Gelî xwişk û birayên çavreş û belek, de ka hinekî guhê xwe bidine min em biştexilin.

Malumê we yê vê lahde (yekşemê) hilbijartina serokatiya BESO'yê heye. Beriya ku Sıddık Başkan bê, ma kesî dizanî bû BESO çi ye? Bi wan çavê teyî reşik, mirov digot qey navê xwarineke nû ye, an jî navê dikaneke li Alo Tewşo ye! Kesî ne navê wê bihîstibû, ne jî dizanî deriyê wê li kû ye. Oda esnafan wek masiyê kerr û lal bû; ne deng jê dihat, ne jî kesî hesabê wê dikir.

Lê dema ku Mehmet Sıddık Çiftçi hat, her tişt guherî! Zilam wek şêr hat, li ser wî kursî rûnişt û heybeta BESO’yê nîşanî her kesî da. Makam bû makam, oda bû oda! Ciddiyetek anî ku êdî kî dibêje BESO, bi hurmet radibe ser piyan.

Hahoooo! Zilam deqeyekê li ser cîhê xwe nasekine lo! Tu lê dinêrî, serê sibê li cem Walî ye, derdê esnafan dibêje. Tu lê dinêrî nîvro taziye bi taziye diğere. Serê êvarê ketiye rêya Enqerê, li deriyê wezîran dixe, dibêje: "Esnafê min ê Batmanê ne bêkes e!" Gah li Batmanê ye, gah li Enqerê ye; ma qey ev canê wî ji pola ye? Ji bo esnafan her derê dike wek "Batman Park"ê, dixebite û dixebite. Me qey ev başkan ranazê!

Navê BESO’yê bi Batmanê tevî da nas kirin heta ne tene gele Batmanê, wezîrên Enqerê jî êdî zanin BESO çî ye.

Xwişk û birayên hêja ez ji te re bibêjim dev ji qiseyên pûç, dev ji "alo celo" û gotinên vala berde. Tu ji kalê heftê salî heta zarokên pênc salî bipirse! Zilamê ku xizmetê dike, yê ku derdê te hildigire ser milê xwe, Sıddık Başkan e.

Gerek gele me piştgiriyê bidin kesên ku ji bo wan xizmetê dikin. Ev ne hilbijartina partiyan a. Fikrê kî çibin bila bin heger ehle xizmetê be gerek yek li ba wî be. Yan na heger kurê bavê me be jî ku bi kêra sîrek û pîvazekê neye gerek em jê re bêjin birako ka were li ser vê mînderê rûne bila kursî heqê kesên ku vî tiştî heq dikin be.

Gava tu çûyî ser sandiqê, ne li cilê xelkê, ne jî li dirêjiya simbêlan binêre li xizmetê binêre! Raya xwe bide vî zilamê bi giranî û bi heybet. Bila esnafê Batmanê serê xwe hildin, bila dikan û bazar geş bibin.

De rabe, raya xwe bide xizmetê, bide Sıddık Başkan! Ray ji te , xizmet ji wî!