Bi navê Xwedayê dilovan û mîhrîban.
Ziman, ji bo miletan serxwebûn e, dewlemendîya çandî-wêjeyî ye û
nişaneya kevneşopîyeka bi şax û ber û qewî ye. Ji bo milletekî ku bikaribe
resen bifikire û xwe îfade bike ziman bingeheke herî girîng e.
21ê sibatê
li temamê cîhanê weke “roja zimanê dayîkê a cîhanê” tê pîroz kirin. Bi
vê sedemê tê xwestin ku li ser rûyê erdê zimanê têne axaftin bêne parastin û
dewlemend kirin.
Heideger dibêje, “Ziman mala hebûnê ye.” Bêyî wî meriv nikare
hebûneke xwerû li dar bixe. Bêyî wî meriv nikare rihê miletekî biparêze û li
ser pîya bihêle….
Ji bo ku zimanek bijî û dewlemend bibe pêwîstî bi du paldanka heye;
divê ziman hem di qada perwerdehî û di qada ragihandinê de bê bikar anîn. Heke
yek ji wan her du paldankan qels biba anjî ji holê rabe, wê hebûna wî zimanî bikevê hindure tehlûkeyeke
mezin de. Ew ziman wê hêdî hêdî bikevê ber sikrata de û wê bimre û wê bê jibîrakirin. Zimanê Kurdî jî ji wan
zimanê hejmardar ê li ser rûyê erdêye. Zimanê me, dewlemendîya meyî herî mezine
ku zimanekî herî kevnar û qedîme. Pêşîvanên me bi vî zimanî jîyana maddî û
manewî wetedar kirine.
Zimanê me ye a
ku bûye bingeh ji bo rûhê netewî bê holê, nasnemeya netewî bê bidestxistin û
bibe jiyîner. Bi nêrîneka hembêzkirane xwedî li zimanê xwe derketin pir
giringe. Zimanê me heyîneka candar e, pêwîste ku em vî zimanî xwedî bikin, bi
nan û av bikin, bi parêzin, biperisînin û pêşve bixin û hewl bidin ku di her
qadê de bi kar bînin. Dibin emperyalîzma çandî de pêwîste ku em di her warî de xwedî
li zimanê xwe derkevin. Pêşîvanên meyî wek Ehmedê Xanê, Melayê Cizirî, Feqîyê
Teyran bûne wesîle ku ev ziman wek zimanê hûnerî û wêjeyî bigihîje heta me.
Lewra ji bo ku
zimanek hebûna xwe bidomîne girêdahî bi
famûbawerîya milletbûna ên bi wî zimanî di axifin û hestyarbina wayî li
ser xwedî derketina li çanda xwe ye.
Lê mixabin çawa
ku genetîka her tiştî leyîstin û xerakirin zimanên emperyal zimanê me jî
xerakirin an bi me dane jibîr kirin. Em bûne civateka wisa ku nikarin xwe bi
zimanê xwe bidin îfade kirin. Mixabin gava ziman xerakirin civak jî pê re
xerabû. Bi zimanê kî xeberdan di jîyana xwe de wan jî teqlîd kirin.
Li gor hinek
lêkolîna ku zimanê Kurdî, ji alê xwedîbûna bêje û gotinan ve ku di dinyayê de
zimanê herî mezin yê 9an e. Têra me bêje, biwêj û gotinên bav û kalên me hene.
Ev xezîneyeka pir dewlemend gihandine heta îro. Lê mixabin bi asîmîle û
tûnedîtina dagirkeran, me jî xwe bi ber bayê wan de berdaye. Em jibîr nekin ku
ji zaroyên xwe re mîrasa herî bi qîymet a ku emê bihêlin; zimanê dayîka wa ye.
Zimanê Kurdî
herî kêm ji alê 50-60 milyon kesî ve te axaftin. Di çar perçê Kurdistanê de
paşeroj û rabirdûyeka me yî mûşterek heye. Bi tevî ku ji alê sê zimanê mezin ve
ev serê çend hezar salîye ku tê asîmîlekirin jî ev ziman hê jî lipîya ye û pê
tê xeberdan û gihiştîye heta me. Em jî destûr nedin ku bi destê me tûne bibe.
Lewra zimanê me, temînata yekbûn û hebûn û pêşêroj û dahatûya zarok û nevîyên
me ye. Di perwerdehîya zarokan de a ewil; perwerdehîya malbatî ye. Zimanê ku
zarok pê naaxivin zimanekî li ber mirinê ye. Jiber vê yekê divfê em we
hestyarîya xwe nîşanî zaroyên xwe jî bidin da ku ew jî xwedî li zimanê xwe
derkevin. Em hay ji vê binbarîya xwe hebin.
Daxwaza me a ji dil û can ev e ku, em hêvîdarin ku rojêk bê li
timamê dinyayê li pêşîya tu zimanê dayîkekê tu asteng û derbend nemînin, her
kes bi zimanê dayîka xwe perwerde bibe û di her qadê de bi zimanê dayîka xwe
biaxife.
Îbrahîm Êlihî