Ziman jî weka gel tiştekî dîrokî ye. Hebun, çêbûn û pêkhatina
wê ne bi îrade û xwesteka meriv e. Xweda, meriv li ser kîjan gel û zimanî
afirandi be evêya nayê gûherandin. Ziman jî yek ji wan ûnsûrên bingehîyên ku
gel û miletekî tînine holê ye. Gel û ziman ji hev nayêne veqetandin. Bê welat û
dewlet meriv dikare bijî, lê ku ziman hinda bibe ew gel jî dimir e. Ji ber vê, tu kes nikare vî heq û mafî ji tu
kesî bistîne û lê qedexe bike û nehêle pê biaxife. Ya rastû ji xwe ew avahîya ku navê wê dewlet
e, qe heqê wê tuneye ku li gelekî dibin desthilatdarîya wê de ye zimanê wî gelû
li wan qedexe bike, wan tûne bihesibîne, zimanê wan bi wan bi de jibîr kirin û
wan asîmîle bike. Her wiha ev avahîya ku navê wê dewlet e, qe heqê wê tuneye li ser temamê gelên ku ew anîne holê bi wan
zimanekî bi tenê bi de xeberdan, bi de perwerde kirin û di nav xwe de bi ke
fermî. Heqekî wiha nikare ji xwe re bibîne ku zimanekî bi tenê derxe peş û van
zimanê di nav tûxûb û sînorê wê de biwan tên xeberdan bi de jibîr kirin. Erk û
wezîfa dewleta a ewil ev e ku, pêşî ewê li ser xelqê xwe adil be û zilm û
neheqîyê li tu kesî ne ke. Welatîyên xwe biparêze û bişixule ji bu welatîyên wî
di nîvengeka ewlehî de bijîn. Tendûrîsî û perwerdehîyan wan belaş bike û tu
zimanekî xelqekî ku di bin ala wê de dijîn qedexe neke, neyartîyê bi tu çand û
olî re neke. Heke na, ew dewlet, nikare
ji xwe re bêje “ez deweleteka civakî me û ez dewleteka li ser maf û edaletê
me.”
Bêgûman heta îro kî hatîye li dewleta tirkîyê bûne îktîdar û
desthilatdar fikr û armanceka wan bi tenê hebûye. Ew jî; “parastina yekbûna
zimanekî, yekbûna gelekî, yekbûna welatekî û yekbûna alayekê” bû ye. Di
perwerde û xeberdana li qedên gelemperî de ji xeynî zimanê tirkî ne hiştine ku
bi zimanekî dî bê xeberdan. Ev nêzî sed salîye bi vî hawî di dome.
Mixabin heta vê ga ku hewqas qedexe li ser zimanê gelê Kurdî
ku ew jî li vê heremê dijîn û ew jî yek ji xwedîyên vê herema qedîm û kevnare
ye dîsa jî zimanê wan bi wan nikaribûne bi wan bi dine jibîr kirin. Hê nû nû
çend sal berê bi nava “dersên bijartî” dersên Kurdî jî anîn xwestin
ku di dibistana de bidin xwendin. Çavê wan vê jî bar neda tev tevlîhev kirin ku
ji bo tu kes van dersên kurmancî û zazakî nehilbijêre. Ya gotin; “mamoste tune
ne”, yan jî gotin; “kes hilbijêr e nexwe ne hewceye” ji bo ku kes nehilbijêr e.
Vê ga jî hema bêje rakirine. Heta hinek mamosteyên di zanîngehan de ku bi kurdî
sipartek dane xwendekarên xwe wan ji wezîfê wan jî avêtin.
Lê mixabin nakokîya herî mezin jî ev e ku; Di herba yekemîn a
cîhanê de kurd û tirkan bi hev re li îngilîza dabûn û wan ji vî welatî
derxistibûn çi heyfe ku îro axaftina bi zimanê wan ango bi îngilîzî buye sedema
rûmet û pêşveçûnê lê belê zimanê hevalên wayî ku di milê wan de bi wan re li
hember neyaran herb kiribûn qedexeye…
Heke ji dil hiqûq û mafên welatîyên xwe li ser hemû tiştî
digirin pêwîste hûn mafên temamê gelên di bin ala we de dijîn bidine wan. Heke
biçek wefa bi we re hebe îro nêzî 25 milyon Kurd di bin ala Tirkîyê de dijîn lê
belê he ku dibistaneka wan tûne ye, hê bi zimanê xwe nikarin di qadêh gelemperî
de derdê xwe bêjin, hê nikarin di dadgehan de xwe bi zimanê xwe biparêzin, hê
nikarin û hê nikarin… Hebe tunebe tiştê we ji biratîyê famkirîye biratîya
Kabîlî ji Habîl e.
Ya rastî zimanê me ku hêdî hêdî tê jibîr kirin ne sûcê
desthilatdaran bi tenê ye. Ka em ji xwe jî bipirsin em çiqasî xwedî li zimanê
xwe derdikevin.
De werin ji bo zaruyên xwe dersên kurmanci di dibistanan de
hilbijêrin. Li derûdora xwe ji bo dersên kurmancî bêne hilbijartin dengê xwe
derxin, wan hişyar bikin. Zimanê me rûmeta me ye.
Ziman, "nîşaneya cudatiyê" ya heri giring e ji bo
xwesertîya xwe derxe holê.
Zimanê me nasnama me ye. ê zimanê wi tunebe bê nasname ye
Zimanê me xwebuna me ye
Şikandina bandora asimilasyonê bi xwedi derketina zimanê xwe
çê di be
Li hember asimilasyonê dersa kurdi hilbijêrin
Zimanê me hebûn û berdeeamîya me ye.
Zimanê me temînat e ji bo pêşeroja me.
Em li zimanê xwe xwedî derkevin.
Ji bo pêşerojeka zaxm/qewîn bi kurdî biaxifin, bi kurdî
bixweynin.
Bimînin di xêr û xweşîyê de. ÎBRAHÎM ÊLIHÎ