Îraq, ji berê ve ji
medenîyetên kevnare re bûye cî û war. Welatekî pir stratejîk û giring e. Ji ber
vê yekê di çend sed salên dawî de ji aliyê gelek dewletên emperyalîst ve mûcadela
desthilatdarîyê li ser hatîye dayîn. Sed mixabin di vê mûcadelê de tiştê nebûyî
hatine serê gelên vê herêmê. Bi gotineke dî ên kû herî zêde zerar dîtine
milletên vê herêmê ne. Pirê wan bê sûc û bê gûneh hatine kûştin û penaber kirin.
Ên kû mane jî di nav tinebûn û feqîrîyê de jîyana xwe di domînin.
Îraq, welatekî wisaye kû li ser erda wê gel û milletên ji hev cûda cûda kû
weka Ereb, Kûrd, Asûrî, Êzîdi, Keldanî, Aramî, Şebek û Sûryanî dijîn. Ji ber vê
jî, ji bû bîyanîyan tevlî hev kirina wê pir rihet bûye. Wisa jî kirine û bûye
welatekî bêxwedî.
Îngilîzan, di pey kû Dewleta Osmanîyan di herba cihanê a yekemîn de têk diçe
û dihilweşe, eyaletên Osmanîyan; Mûsûl, Bexda û Besra bi haweykî polîtîk gûherandine
û di encama vê gûherandinê de dewleta îraqê a nûjen anîne holê. Ev herem ji ber
kû di navbera Bahrasipî û Hîndîstanê de ye îngilîzan xwestiye kû di Kendava
Besrayê de desthilatdarîya xwe li serê qewîn bikin û di destê xwe de bigrin. Ji
ber vê yekê heta sala 1932wan bi awayekî resmî li serê hûkim kirine. Her çiqas sala
1932wan dewleta îraqê serxwebûna xwe îlan kiribe jî lê heta 1958an wek
koloniyeke îngilîzan maye.
Îngilîza di sala 1936 de îdare kirina îraqê dane xûlamê xwe Nûrî Seîd
Paşa. Nûrî Seîd Paşa, bist salî îraqê
îdare kiriye. Di van salan de (1927 û wir de) li herema Kûrdîstana îraqê de
piştî kû petrol hate dîtin û derxistin giringîya îraqê jibo dewletên
emperyalîstan hê pirtir bûye. Di van salan de bala Emerîqa dewleta emperyalîst
a kû hê nû nû zexim dibe jî kişandîye. Wê jî xwestîye kû li ser îraqê hikim
bike.
Ji ber vê giringîya jeopolîtîk a
îraqê hêzên hûndûrîn û ên bîyanî jibo kû desthilatdarîya îraqê têxin destê xwe têkoşînek
dijwar hatîye dayîn. Îngilîza, di sala 1920 î de bi hilbijartineka bi heneka û
ne jidil, Qral Feysel anîne îxtîdarê. Piştî mirina Feysel kûrê wî Gazî tînin şûna
wî. Gazî jî ji ber yekî ne bi kêr hatî bû arteşa îraqê dest danî ser îdarê. Di
sala 1936 a de li îraqê ji ber vê yekê kaos derdikeve. Li ser vê tevlîhevbûnê
îngilîz dirabin zilamê xwe Nûrî Seîd Paşayê kûrê Gazî dikin qral û tênine şûna
bavê wî. Nûrî Seîd Paşa biqasî bîst salan li îxtîdarê dimîne.
Piştî kû li herêma Kûrdîstanê
petrol tê dîtin û di pey herba cîhanê a dûyemîn de giringî û hewcetîya petrolê tê
fêm kirin, qiymetê îraqê zêdetir dibe û bêtir bala emperyalîstan dikşêne. Bi teybetî
jî bala Emerîqa; hêza kû nû kad dide dikşîne.
Îngilîza jî, di pey herba yekemîn a cîhanê de di xwest kû dewletên
rojhilita navîn timama têxin bin destê xwe. Ji ber vê yekê li van dewletên
rojhilata navîn zilamên xwe dianîne ser desthilatdarîyê.
Sala 1958an de Yekîtîya
Sowyetê piştgirî da General Qasim û derbeyek pê da kirin û ew anîne ser îdare îraqê.
Bi vê darbeyê re îraq, ji Ewrûpa dûr bû û bû hevalê Rûsyayê.
Li îraqê derbe li se derbeyan
hatine kirin. Lewra alîgirê Rûsya û ên Ewrûpa li ber hev bi keys bûn kû li hev
darbeyan bikin. Pirî caran şîrketên
petrolê ên cîhanê li pişta van darbeyan bûne û destek dane wan. Ji bû kû para
xwe a ji petrola îraqê zêdetir bikin zilamên li gorî serê xwe piştgirî dane wan
û xwestine kû wan bînin serî.
Her wisa dîsa sala 1963yan de di meha Sibatê de li îraqê efser û sûbayên
endamên Partîya Ba’esê darbeyekê dikin û General Qasim û hevalên wî bidarve dikin.
Partiya Ba’es, partîyeka neteweperwer a Ereb û sosyalîst e. Di pey vê darbeyê re
General Ehmed Hesen el-Bekir bû ye Serokê Fermandarîya Qonseya Şoreşê û serokkomar
û serok vezîr, Seddam Hiseyn jî bûye alîkar û cîgirê wî.
Di vê dewrê de Seddam Hiseyn, di nav endamên partîyê de weke xortekî pir bêûjdan
û bêrahm derdikeve pêş. Ev xesleta wî, wî di nav partîyê de weke pêşengekî dide
nîşandan. Ji ber vê yekê jî bi alîkarîya Mîşel Eflak di sala 1979an de li
hember General Ehmed Hesen derdikeve û lê darbe dike û dibe serokê îraqê.
Di pey şoreşa Îslamî a li Îranê
Emerîqa, piştgirî dide Seddam. Ji nav endamên Partîya Ba’es ên kû vê piştgirîyê
qebûl nakin û li hember Seddam derdikevin yek bi yek tên kûştin.
Seddam, bi şoreşa Îranê a îslamî re êrîşî Îranê dike û bi îranê re 8 salan
herbê dike. Di van salên herbê de Emerîqa, îngilîz, Fransa û pirên dewletên Ewrûpayê
bi çek û sîlahan alîkarî û piştgiriyê didine Seddam. Tirsa Seddam a herî mezin
ew bû kû li îraqê jî şoreşeka îslamî wek a îranê bê bikar anîn. Ev jî ne li
gora Seddam û piştgirên wî bûn. Sedem ji
ber vê rabû millete xwe 8 sala xiste herbeka bêfeyde.
Seddam, piştî kû Rûsya dihilweşê û belav dibe hedî hêdî xwe nêzi Emerîqa,
îngilîz û Fransa dike. Ew dibe qey, wê ev dewlet pişta wî bigirin û wê di
herêmê de bibe yekî sereke. Lê belê Ewrûpaî, naxwazin kû petrola vê herêmê tevde
bi destê yekî ve bê berdin. Ji ber vê gava kû Seddam, di sala 1990 de dirabe
êrîşî ser Kûweytê dike û wê dagir dike, Emerîqa û Qoalîsyona Kendavê lêdidin û wî
perîşan dikin. Ne bêjin ev heta dûho zilamê me bû, jibo me tiştek nemaye kû nekirye.
Gava kû berjewendîyên Emerîqa û Ewrûpa têkevine tahlûkê de bavê xwe jî nas
nakin.
Piştî êrîşên 11 ê îlonê sala 2001ê, Emeriqa, bi mahna kû li hember el-qaîde
operasyona bike destbi dagirkirina rojhilata navîn dike. Pêşî dirabe îraqê
îşxal dike. El-Qaîde jê re dibe mahneyeke bêhempa. Nîyeta wê a esil, petrol bû.
Lewra ên kû çelakîya 11 ê îlonê pêk anîbûn ne iraqî bûn, ne jî Iraq bû.
Ya rastî, piştî Seddam kû di sala 1990î de ti hesabê Emerîqa nekir û Kûweyt
işxal kir ji çavê Emerîqa ketibû. Emerîqa jî rabû pêşî di nav îraqê de tevlîhevî
derxist. Bi van tevlîhevkirinê, gava kû ne gihîşte meqseda xwe vê carê rakbû Iraqê
îşxal kir. Ev îşxala kû bi hinceta çekên kîmyewî hati bû kirin ji ber petrola Iraqê
bi xwe bû.
Welhasil Seddam, ji aliyê dostê xwe ve ê kû bi salan weke koleyekî ji wan
re şûxiûlî bû, di sala 2006ê sihê meha Berfanbarê de hate bidarvekirin. Çû ewê
di mehkeme-î kûbra de hesab bide ehkemû’l hakîmîn.
QETLİAM Û KOMKÛJÎYÊ ENFALÊ
Seddam Hûseyîn jibo kû desthiladarîya xwe ji dest neberdê qetlî’amên
bêhejmar dike. Di nav van de a herî mezin jî “Qetlîama Helebçê” ye.
Îro salvegera 38emin a
qetlîama Helebçê ye. Seddam, ji alîyekî ve êrîşî Îranê dikir ji aliyê dî ve jî
qetlîam li ser qetlîaman dianî serê Kûrdên îraqê. Bi navê fermana “ENFAL” ê[1] nêzî deh heb komkûjî
bi ser serê Kûrdên îraqê de anîn. Enfala herî mezin jî Qetlîama Helebçe bû.
Dîktatorên kû bombeyên kîmyewî bi kar anîne heta hingê pir hindik bûn. Yek ji
wan jî ev zalimê Seddam bû.
Hem serokê Partîya
Demoqratê Kûrdistanê Mesûd Berzanî hem ji serokê Partîya Yekîtî a Niştimanîya Kûrdîstanê
Celal Telebanî li hember Seddam derketibûn û bi Îranê re lê di dan. Ev her dû
partîyên kû di heqîqetê de neyarên hev bûn li hember Seddam bi navê “Cephê Kûrdîstanî”
cepheyek ava kiribûn û aliyê Silêmanîyê xistibûne bin destê xwe. Vê yekîtiye
Seddam pir acis kiribû.
Seddam, pêşî pismamê
xwe Elî Mecîd (kû bi navê Elî yê kîmyewî hatîye nasîn) di 27ê Adarê ê sala 1987an
de kire Sekreterê Giştî ê Partîya Ba’esê li herêma Kûrdîstanê. Bi timamên qanûnan
destê Elî Mecîd qewîn kir. Çi bixwesta di karîbû bike û yekî kû jê hisab bipirsiya
jî tûne bû. Bi tenê hisab dida Seddam. Seddam û Elî Mecîd, jibo ji Kûrda ji
binîve xelas bibin bi navê “Enfal” qetlîam û komkûjî birêve dibirin. Millet ji
war û welatê wan derdixistin, dikirin penaber, îdam dikirin û bombeyên kîmyewî
bi ser wan de dibarandin.
Bombeyên kîmyewî pêşî di “Newala Balîsan” de hatin bi kar anîn. Hêjî tûkes
nizane di vê êrîşê de bê çend heb Kûrd hatine kûştin. Di pey re “Gûndê Şanexşê”
hate xera kirin. Di vî gûndî de piştgirê Telebanî dijiyan û ji wan 28 heb
hatine kûştin û nezî 300î jî hatibûn birîndar kirin. Bi pey vê êrîşa herî mezin
re, êrîş li HELEBÇÊ tê kirin.
QETLÎAMA HELEBÇÊ
Helebçê, bajarekî nêzîkî
hidûdê Îranê bû û bi nêzîkahî 76 hezar kes tê de dijîyan. Di jora wê de
bajarokê îraqê Hûrmal hebû. Ev her dû bajar jî ji bona îraqê pir giring û
stratejîk bûn.
Di wan rojên kû herba Iraq
û Îranê bi dijwarî di domîya 15ê Adara 1988 de artêşa îranê bi navê “Serkeftin-7”
êrîşek bi ser bajarên îraqê ve dike. Celal Telebanî û peşmergeyên xwe jî alî
îranê bûn. Bi wan re hereket dikirin. Leşkerên îranê û peşmerge di nav Helebçê
de derbas dibin bi keleka di nav gola bendavê de diçine başûrê Gola Derbendîkanê.
Bi vî hawî rêya kû diçe Silêmanîye digirin û dixine bin destê xwe.
Temamê xettê ragihanên
kû bi îraqê ve girêdayî bûn teva qût dikin. Hingê li vê heremê jî nêzî 4 hezar
leşkerên îraqê hebûne. Gava kû artêşa îranê hevqasî nêzî iraqîyan bûne û herem jî
ketîye destê Kûrdan tirsek ketîye nav leşker û rejîma Beesê. Seddam, ji bû kû
artêşa îranê bisekinîne careka dî destûr dide Elî Mecîd kû silehên kîmyewî bi
kar bîne.
Artêşa iraqê a kû Elî
Mecîd fermandarîya wê di ke 16 ê Adarê 1988 de êrîşa Enfalê yî a herî dijwar bi
ser Helebçeyê ve bikar tîne. Pêşî bajar bi teyyara bombebaranê dikin. Di pey re
jî bi topa topbaranê dikin. Lê belê Helebçeyî bi tevî hevqas bombe bi ser wan
de hatine barandin jî dîsa zêde netirsîyane. Lewra bi salaye bi vî hawî dihatin
bombebaran kirin. Bombe, bûbûn perçeyek ji jîyana wan. Gava kû bombebaran dest
pê dike Helebçeyî xwe berdidin dikevine sitaregehên xweyî kû di bin malê xwe de
ava kirine. Lê belê heya wan ji planê artêşa iraqê tûnebû. Zanibûn neyar pir
zalime. Lê belê bawer ne dikirin kû ewê hewqas neyarekî ne însan be.
Plana arteşa Iraqê ev bû:
jibo kû pencere û camê malên wan tev bişikin, bajar pêşî bi bombeyên konwensîyonel
bê bomberdûman kirin. Di pey re jî bi bombeyên kîmyewî bi ser wande bene
baradin. Dakû ên kû birevin û têkevine hûndir jî tûkes ji wan nefilite û tev bi
carekê re bêne kûştin. Plana Seddam hevqasî wehşî bû.
Gava bombe barandina dûyemîn
dest pê dike bêhneka giran bi ser Helebçê de digre. Ji Helepçeyîyên kû jê filitîne
dibêjin, “bêhna sêva bi ser me de girt.” Ê kû bêhn kirin çi însan û çi heywan
hema bêje tev bi carekê re mirin.
Di vê bomberanê de
bombeyên xerdal, sarîn û VX jî hatibûn avêtin. Ên kû bêhn dikirin goştê laşê
wan tev dişewite û nikarîbûn bêhnê xwe bidin û bistînin. Ê li ber derîyê mala
xwe, ê di hewşa xwe de û ê li kolanan;her yek li derekê fetisîne û mirine. Hinek
jê jibo kû xwe xelas bikin bi aliyê çîya ve revîyane lê belê bi ser wan de jî
balefirên îraqê bombe barandine û ew jî ne filitîne. Wehşeteka bêhempa li
Helepçê hatîye bi karanîn. Di dîrokê de pir qetlî’amên mezin hatine kirin. Ji
van qetlîamên mezin yek jê jî bêgûman Qetlî’ama Helebçe ye.
Ên kû çûne ser laşê Helebçeyîyan
dibêjin; “Leşkerê îraqê tû dibe qey
hema ji nişka ve ev bombe bi ser wan de barandine û kûştine. Ji van bombeyan
yek jê li odaya malbatekê ketibû û li wir maliyan xwarin dixwarin û tev miribûn. Lê xûyanî
bû kû mirinê ji nişkêve bi wan ve girtibû. Lewra yeki extîyar gepa nanê xwe hê
nû gez kiri bû, geba wî di devê wî de bû û di wî halî de timam bû bû. Yekî dî rûyê
wi bi ken bû tû dibê qey jê re pêkenokek hatibû gotin û ew jî pê kenîya bû û
timam bû bû…”
Bombebarana kû 16ê Adarê
destpê dike heta 17ê Adarê dom dike. Hêjî di vê qetlîamê de bê çend heb însan
hatine kûştin bi zelalî nayê zanîn. Lê belê li gora raporên kû hatine
amadekirin di vê êrîşê de pirê wan pîrek û zarok bûn û ji hindikayî ve 5 hezar
Kûrd hatine qetil kirin. 14 hezar û 765 heb jî birîndar bûne. Lê belê li gora
lêkolînerên ji derve ve hatine hijmartin, mirin ji 5 hezaran pirtir bûye.
Ên
kû ji vê jenosîdê û qetlîamê filîtîn kû navê vê mirinê danîbûn “Mirina Bêhna
Sêvan”. Lê mixabin hema bêje timamê cîhanê li hember vê bûyerê bêdeng û bê
pêwendî man e. Îro bandora neyînî a wan bombeyên kîmyewî ên kû bi ser Helebçeyê
de hatine barandin, hêjî xwe li ser erda wê dide nîşandan. Zarokên kû li
Helebçê çêdibin hê jî seqet têne dinyayê. Li gorî hinek lêkolîneran bandora van
bombeyan, ji bandora bombeyên kû bi ser Hîroşîma û Nagazakîyê ve hatine avêtin
pirtir bûye.
ÎBRAHÎM
ÊLIHÎ