Lewra Xwedayê me yê gewre ji ber ku vî aliyê me pir
baş dizane hişyarî dabû me û wiha ferman dabû: “Heger yek an jî du ji wan li
cem te bigihin asta kalbûnê nebî ku tu ji wan re bibêjî ‘Of’ jî! Erza wan neşkîne,
ji wan re gotinên xweş yên dilxweşkirinê bibêje!” Sureya Îsra 23.
Pêxemberê me (S.A.V) di hedîsa şerîf de bal kişandiye
ser: “Heger ciwanek ji ber kalbûna yekî hurmetê jê re bigire, dê Xweda jî dema
ew kal bibe yên hurmetê lê bigirin jê re bişîne.” (Ebû-Dawûd)
û ferman daye.
Gelo em li ku derê şaşîyê dikin?
Dibe ku pêwîstî pê heye em pênaseya mirovbûnê û wateya
ku wê em lê dikin ji nû ve li ber çavan bigirin.
A rast dibe ku ji bo dîtina bersiva hemû pirsan, em jî
weke Aristoteles li ser naskirin û pênasekirina mirovan bixebitin û meqseda wan
a jiyanê bidin ber lêpirsînê.
“Hinek kar û xebatên ku xerat û hosteyê pêlavan dikin
hene, ma karê însan jî nîne? Ma bi awayê xwezayî bêkar e? Yan jî mirov dikare
îdia bike ku çav, dest, ling û her yek ji beşên din, xwedî mijulahiyekê ne û
karê însan jî ji van hîn wêdetir e?”
Vê pirsê dike û dide zanîn ku însanbûn ne ew tiştê ku
ji derve em têdigihin e, ev rewş ji bo hemû giyanewaran jî derbas dibe. Lewra
jî ‘bikêrbûn û karê tiştekî, hem dikare di xwezaya wî tiştî de bê dîtin hem jî
dikare bibe çalakiya ku ew bixwe tenê dike jî.” Bi van gotinan jî îşaret bi ew
tişta ku di mirovan de heye û di aferîdên din de tune dikir. Aqil û hizr.”Werin
em wê wezîfeya însanan a ji van wêdetir ji fermana Xwedayê mezin guhdar bikin:
“Dizanî Rebbê te ji bo Melayîketan: “Miheqeq ezê li ser rûyê erdê xelîfeyekî
deynin.” (Sûreya Bakara 30)
Mevdûdî, maneya ‘Xelîfeyê Xewda’ ku qesta mirovan
dike; zêdetir ji bo wefadarî, rîayeta li emanetê tîna bîra me û dide xuyakirin
ku maneyeke wekî ku hin kes însanan bi pîroziyekê mezintir nîşan didin, tê de
tune ye.
Dibe ku tam jî ew dem e ku em li xwe vegerin û fermana
aferînerê xwe bicih bînin.
Dibe ku tam jî ew dem e ku em li ser tişta Xwedayê
mezin, ji me xwestiye bifikirin.
“…Ma ez ne Rebbê we me? ‘Helbet wisa ye! Gotin, ‘Em
şahidiyê dikin’. Me wisa kir ku roja qiyametê hûn nebêjin, ‘Haya me ji vê
nebû’. (Sûreya Arafê 172)
Tişta
ku Mevdûdî qesta wê ji xelîfetiyê dikir ev bû; em li ser rêgeza wefadariyê li
hember fermanên Xweda, wefadariya xwe nîşan bidin û ji bo pîr û kalên xwe jî ti
qisûrekê nekin da ku ew jî nebin weke zarokan. Bes tenê bila mirovên em ji wan
hez dikin, ne bi bedena wan lê bi rûhê wan be…