Pêxemberê me (S.A.V) di hedîsa şerîf de bal kişandiye
ser: “Heger ciwanek ji ber kalbûna yekî hurmetê jê re bigire, dê Xweda jî dema
ew kal bibe yên hurmetê lê bigirin jê re bişîne.”
Min tim meraqa wê kiriye.
Çima mirov bi kalbûnê re dibin wek zarokan?
Gelo sedemên derveyî dihêlin ku mirov
weke zarokan tevbigere?
Erê çima mirovekî xwedî serhatiya salan bi kalbûna
bedenê re weke zarokan tevdigere?
Ev bi we jî xerîb nayê?
Li aliyê din jî kalekî din ê hevtemenê wî kesî ku
xwedî serhatiyan e, bedena wî weke xwe li ser piyan e û bi heybet û xirûr li
cihê xwe yê berê ye…
Dibe ku hemû mirov li zarokbûnê venagerin.
Lê ji bo çi?
Gelo dibe ku ji bêxwedîtiyê be?
Gelo dibe ku ev ji bo bala yên dora xwe bikişîne ser
xwe û bibêje; ez hê jî dijîm û min bitenê nehêlin be?
Wekî ku me li jor jî qal kir, gelo çima em maneyên kûr
li hinekan bar dikin û binavkirina payeyan li dora wan dibin perwane lê pîr û
kalên xwe jî bi tenêhiştinê re rûbirû dihêlin ku bibin weke zarokan? Bi ser de
jî li şûna xwedîderketin û eleqedarbûna bi wan re, wan bi zarokbûnê tawanbar
dikin û ji xwe dûr dikin.
Tevî ku ew kesên em qîmetê didin wan li hemberî vê
qîmeta em didin wan, li rûyê me jî nanêrin em vê ji bo wan dikin.
Muhtemel e ku dema hûn belav bibin û biçin, hûnê
bibînin ku ji bo balê bikişînin ser xwe ew jî dibin weke zarokan.
Mane me ji ber yê afirandiye ji aferîdan hez dikir!
Gelo ya ku me jê hez dikir ne însan bixwe bû bedena wî
bû?
Yan jî ew mirovê me jê hez dikir ciwaniya wî bû?
Yan ew kesê me jê hez dikir ne ew bixwe bû, meqam û
asta wî bû?
Yan ew mirovê me jê hez dikir serwet û dewlemendiya wî
bû?
Dibe ku mirovê me jê hez dikir ne ew bû, fêdeya ku ji
wî digihîşt me bû…
Kî dizane dibe ku di binhişiya me de gotina însan;
tenê sifetên ciwanî, dewlemendî, xwedî meqambûn, bedewî û wekî van bû.
Heke na ji bo çi mirov dê û bavên xwe berdin û ji ber
dewlemendî û meqamê wan biçin bi dê û bavên kesên din re eleqedar bibin…
Kî dizane dibe ku bêyî haya me jê hebe, em raveya însanên
xwediyê van taybetmendiyên me li jor qala wan kiriye dikin.
Ji xwe yê ku kal dibe tenê beden e, ne rûh e.
Ya ku kal dibe tenê beden e, ne hest in.
Naxwe pêwîst e em helwest û tevgerên xwe li ber çavan derbas bikin, ne wisa?