36

 

Îraq, ji berê ve ji medenîyetên kevnare re bûye cî û war. Welatekî pir stratejîk û giring e. Ji ber vê yekê di çend sed salên dawî de ji aliyê gelek dewletên emperyalîst ve mûcadela desthilatdarîyê li ser hatîye dayîn. Sed mixabin di vê mûcadelê de tiştê nebûyî hatine serê gelên vê herêmê. Bi gotineke dî ên kû herî zêde zerar dîtine milletên vê herêmê ne. Pirê wan bê sûc û bê gûneh hatine kûştin û penaber kirin. Ên kû mane jî di nav tinebûn û feqîrîyê de jîyana xwe di domînin.  

Îraq, welatekî wisaye kû li ser erda wê gel û milletên ji hev cûda cûda kû weka Ereb, Kûrd, Asûrî, Êzîdi, Keldanî, Aramî, Şebek û Sûryanî dijîn. Ji ber vê jî, ji bû bîyanîyan tevlî hev kirina wê pir rihet bûye. Wisa jî kirine û bûye welatekî bêxwedî.

Îngilîzan, di pey kû Dewleta Osmanîyan di herba cihanê a yekemîn de têk diçe û dihilweşe, eyaletên Osmanîyan; Mûsûl, Bexda û Besra bi haweykî polîtîk gûherandine û di encama vê gûherandinê de dewleta îraqê a nûjen anîne holê. Ev herem ji ber kû di navbera Bahrasipî û Hîndîstanê de ye îngilîzan xwestiye kû di Kendava Besrayê de desthilatdarîya xwe li serê qewîn bikin û di destê xwe de bigrin. Ji ber vê yekê heta sala 1932wan bi awayekî resmî li serê hûkim kirine. Her çiqas sala 1932wan dewleta îraqê serxwebûna xwe îlan kiribe jî lê heta 1958an wek koloniyeke îngilîzan maye.

Îngilîza di sala 1936 de îdare kirina îraqê dane xûlamê xwe Nûrî Seîd Paşa.  Nûrî Seîd Paşa, bist salî îraqê îdare kiriye. Di van salan de (1927 û wir de) li herema Kûrdîstana îraqê de piştî kû petrol hate dîtin û derxistin giringîya îraqê jibo dewletên emperyalîstan hê pirtir bûye. Di van salan de bala Emerîqa dewleta emperyalîst a kû hê nû nû zexim dibe jî kişandîye. Wê jî xwestîye kû li ser îraqê hikim bike.

 Ji ber vê giringîya jeopolîtîk a îraqê hêzên hûndûrîn û ên bîyanî jibo kû desthilatdarîya îraqê têxin destê xwe têkoşînek dijwar hatîye dayîn. Îngilîza, di sala 1920 î de bi hilbijartineka bi heneka û ne jidil, Qral Feysel anîne îxtîdarê. Piştî mirina Feysel kûrê wî Gazî tînin şûna wî. Gazî jî ji ber yekî ne bi kêr hatî bû arteşa îraqê dest danî ser îdarê. Di sala 1936 a de li îraqê ji ber vê yekê kaos derdikeve. Li ser vê tevlîhevbûnê îngilîz dirabin zilamê xwe Nûrî Seîd Paşayê kûrê Gazî dikin qral û tênine şûna bavê wî. Nûrî Seîd Paşa biqasî bîst salan li îxtîdarê dimîne.

Piştî kû li herêma Kûrdîstanê petrol tê dîtin û di pey herba cîhanê a dûyemîn de giringî û hewcetîya petrolê tê fêm kirin, qiymetê îraqê zêdetir dibe û bêtir bala emperyalîstan dikşêne. Bi teybetî jî bala Emerîqa; hêza kû nû kad dide dikşîne.  Îngilîza jî, di pey herba yekemîn a cîhanê de di xwest kû dewletên rojhilita navîn timama têxin bin destê xwe. Ji ber vê yekê li van dewletên rojhilata navîn zilamên xwe dianîne ser desthilatdarîyê.

Sala 1958an de Yekîtîya Sowyetê piştgirî da General Qasim û derbeyek pê da kirin û ew anîne ser îdare îraqê. Bi vê darbeyê re îraq, ji Ewrûpa dûr bû û bû hevalê Rûsyayê.

Li îraqê derbe li se derbeyan hatine kirin. Lewra alîgirê Rûsya û ên Ewrûpa li ber hev bi keys bûn kû li hev darbeyan bikin.  Pirî caran şîrketên petrolê ên cîhanê li pişta van darbeyan bûne û destek dane wan. Ji bû kû para xwe a ji petrola îraqê zêdetir bikin zilamên li gorî serê xwe piştgirî dane wan û xwestine kû wan bînin serî.

Her wisa dîsa sala 1963yan de di meha Sibatê de li îraqê efser û sûbayên endamên Partîya Ba’esê darbeyekê dikin û General Qasim û hevalên wî bidarve dikin. Partiya Ba’es, partîyeka neteweperwer a Ereb û sosyalîst e. Di pey vê darbeyê re General Ehmed Hesen el-Bekir bû ye Serokê Fermandarîya Qonseya Şoreşê û serokkomar û serok vezîr, Seddam Hiseyn jî bûye alîkar û cîgirê wî.

Di vê dewrê de Seddam Hiseyn, di nav endamên partîyê de weke xortekî pir bêûjdan û bêrahm derdikeve pêş. Ev xesleta wî, wî di nav partîyê de weke pêşengekî dide nîşandan. Ji ber vê yekê jî bi alîkarîya Mîşel Eflak di sala 1979an de li hember General Ehmed Hesen derdikeve û lê darbe dike û dibe serokê îraqê.

Di pey şoreşa Îslamî  a li Îranê Emerîqa, piştgirî dide Seddam. Ji nav endamên Partîya Ba’es ên kû vê piştgirîyê qebûl nakin û li hember Seddam derdikevin yek bi yek tên kûştin.

Seddam, bi şoreşa Îranê a îslamî re êrîşî Îranê dike û bi îranê re 8 salan herbê dike. Di van salên herbê de Emerîqa, îngilîz, Fransa û pirên dewletên Ewrûpayê bi çek û sîlahan alîkarî û piştgiriyê didine Seddam. Tirsa Seddam a herî mezin ew bû kû li îraqê jî şoreşeka îslamî wek a îranê bê bikar anîn. Ev jî ne li gora  Seddam û piştgirên wî bûn. Sedem ji ber vê rabû millete xwe 8 sala xiste herbeka bêfeyde.

Seddam, piştî kû Rûsya dihilweşê û belav dibe hedî hêdî xwe nêzi Emerîqa, îngilîz û Fransa dike. Ew dibe qey, wê ev dewlet pişta wî bigirin û wê di herêmê de bibe yekî sereke. Lê belê Ewrûpaî, naxwazin kû petrola vê herêmê tevde bi destê yekî ve bê berdin. Ji ber vê gava kû Seddam, di sala 1990 de dirabe êrîşî ser Kûweytê dike û wê dagir dike, Emerîqa û Qoalîsyona Kendavê lêdidin û wî perîşan dikin. Ne bêjin ev heta dûho zilamê me bû, jibo me tiştek nemaye kû nekirye. Gava kû berjewendîyên Emerîqa û Ewrûpa têkevine tahlûkê de bavê xwe jî nas nakin.

Piştî êrîşên 11 ê îlonê sala 2001ê, Emeriqa, bi mahna kû li hember el-qaîde operasyona bike destbi dagirkirina rojhilata navîn dike. Pêşî dirabe îraqê îşxal dike. El-Qaîde jê re dibe mahneyeke bêhempa. Nîyeta wê a esil, petrol bû. Lewra ên kû çelakîya 11 ê îlonê pêk anîbûn ne iraqî bûn, ne jî Iraq bû.

Ya rastî, piştî Seddam kû di sala 1990î de ti hesabê Emerîqa nekir û Kûweyt işxal kir ji çavê Emerîqa ketibû. Emerîqa jî rabû pêşî di nav îraqê de tevlîhevî derxist. Bi van tevlîhevkirinê, gava kû ne gihîşte meqseda xwe vê carê rakbû Iraqê îşxal kir. Ev îşxala kû bi hinceta çekên kîmyewî hati bû kirin ji ber petrola Iraqê bi xwe bû.

Welhasil Seddam, ji aliyê dostê xwe ve ê kû bi salan weke koleyekî ji wan re şûxiûlî bû, di sala 2006ê sihê meha Berfanbarê de hate bidarvekirin. Çû ewê di mehkeme-î kûbra de hesab bide ehkemû’l hakîmîn.

QETLİAM Û KOMKÛJÎYÊ ENFALÊ

Seddam Hûseyîn jibo kû desthiladarîya xwe ji dest neberdê qetlî’amên bêhejmar dike. Di nav van de a herî mezin jî “Qetlîama Helebçê” ye.

Îro salvegera 38emin a qetlîama Helebçê ye. Seddam, ji alîyekî ve êrîşî Îranê dikir ji aliyê dî ve jî qetlîam li ser qetlîaman dianî serê Kûrdên îraqê. Bi navê fermana “ENFAL” ê[1] nêzî deh heb komkûjî bi ser serê Kûrdên îraqê de anîn. Enfala herî mezin jî Qetlîama Helebçe bû. Dîktatorên kû bombeyên kîmyewî bi kar anîne heta hingê pir hindik bûn. Yek ji wan jî ev zalimê Seddam bû.

Hem serokê Partîya Demoqratê Kûrdistanê Mesûd Berzanî hem ji serokê Partîya Yekîtî a Niştimanîya Kûrdîstanê Celal Telebanî li hember Seddam derketibûn û bi Îranê re lê di dan. Ev her dû partîyên kû di heqîqetê de neyarên hev bûn li hember Seddam bi navê “Cephê Kûrdîstanî” cepheyek ava kiribûn û aliyê Silêmanîyê xistibûne bin destê xwe. Vê yekîtiye Seddam pir acis kiribû. 

Seddam, pêşî pismamê xwe Elî Mecîd (kû bi navê Elî yê kîmyewî hatîye nasîn) di 27ê Adarê ê sala 1987an de kire Sekreterê Giştî ê Partîya Ba’esê li herêma Kûrdîstanê. Bi timamên qanûnan destê Elî Mecîd qewîn kir. Çi bixwesta di karîbû bike û yekî kû jê hisab bipirsiya jî tûne bû. Bi tenê hisab dida Seddam. Seddam û Elî Mecîd, jibo ji Kûrda ji binîve xelas bibin bi navê “Enfal” qetlîam û komkûjî birêve dibirin. Millet ji war û welatê wan derdixistin, dikirin penaber, îdam dikirin û bombeyên kîmyewî bi ser wan de dibarandin.
Bombeyên kîmyewî pêşî di “Newala Balîsan” de hatin bi kar anîn. Hêjî tûkes nizane di vê êrîşê de bê çend heb Kûrd hatine kûştin. Di pey re “Gûndê Şanexşê” hate xera kirin. Di vî gûndî de piştgirê Telebanî dijiyan û ji wan 28 heb hatine kûştin û nezî 300î jî hatibûn birîndar kirin. Bi pey vê êrîşa herî mezin re, êrîş li HELEBÇÊ tê kirin. 

QETLÎAMA HELEBÇÊ

Helebçê, bajarekî nêzîkî hidûdê Îranê bû û bi nêzîkahî 76 hezar kes tê de dijîyan. Di jora wê de bajarokê îraqê Hûrmal hebû. Ev her dû bajar jî ji bona îraqê pir giring û stratejîk bûn.

Di wan rojên kû herba Iraq û Îranê bi dijwarî di domîya 15ê Adara 1988 de artêşa îranê bi navê “Serkeftin-7” êrîşek bi ser bajarên îraqê ve dike. Celal Telebanî û peşmergeyên xwe jî alî îranê bûn. Bi wan re hereket dikirin. Leşkerên îranê û peşmerge di nav Helebçê de derbas dibin bi keleka di nav gola bendavê de diçine başûrê Gola Derbendîkanê. Bi vî hawî rêya kû diçe Silêmanîye digirin û dixine bin destê xwe.

Temamê xettê ragihanên kû bi îraqê ve girêdayî bûn teva qût dikin. Hingê li vê heremê jî nêzî 4 hezar leşkerên îraqê hebûne. Gava kû artêşa îranê hevqasî nêzî iraqîyan bûne û herem jî ketîye destê Kûrdan tirsek ketîye nav leşker û rejîma Beesê. Seddam, ji bû kû artêşa îranê bisekinîne careka dî destûr dide Elî Mecîd kû silehên kîmyewî bi kar bîne.

Artêşa iraqê a kû Elî Mecîd fermandarîya wê di ke 16 ê Adarê 1988 de êrîşa Enfalê yî a herî dijwar bi ser Helebçeyê ve bikar tîne. Pêşî bajar bi teyyara bombebaranê dikin. Di pey re jî bi topa topbaranê dikin. Lê belê Helebçeyî bi tevî hevqas bombe bi ser wan de hatine barandin jî dîsa zêde netirsîyane. Lewra bi salaye bi vî hawî dihatin bombebaran kirin. Bombe, bûbûn perçeyek ji jîyana wan. Gava kû bombebaran dest pê dike Helebçeyî xwe berdidin dikevine sitaregehên xweyî kû di bin malê xwe de ava kirine. Lê belê heya wan ji planê artêşa iraqê tûnebû. Zanibûn neyar pir zalime. Lê belê bawer ne dikirin kû ewê hewqas neyarekî ne însan be.  

Plana arteşa Iraqê ev bû: jibo kû pencere û camê malên wan tev bişikin, bajar pêşî bi bombeyên konwensîyonel bê bomberdûman kirin. Di pey re jî bi bombeyên kîmyewî bi ser wande bene baradin. Dakû ên kû birevin û têkevine hûndir jî tûkes ji wan nefilite û tev bi carekê re bêne kûştin. Plana Seddam hevqasî wehşî bû.

Gava bombe barandina dûyemîn dest pê dike bêhneka giran bi ser Helebçê de digre. Ji Helepçeyîyên kû jê filitîne dibêjin, “bêhna sêva bi ser me de girt.” Ê kû bêhn kirin çi însan û çi heywan hema bêje tev bi carekê re mirin.

Di vê bomberanê de bombeyên xerdal, sarîn û VX jî hatibûn avêtin. Ên kû bêhn dikirin goştê laşê wan tev dişewite û nikarîbûn bêhnê xwe bidin û bistînin. Ê li ber derîyê mala xwe, ê di hewşa xwe de û ê li kolanan;her yek li derekê fetisîne û mirine. Hinek jê jibo kû xwe xelas bikin bi aliyê çîya ve revîyane lê belê bi ser wan de jî balefirên îraqê bombe barandine û ew jî ne filitîne. Wehşeteka bêhempa li Helepçê hatîye bi karanîn. Di dîrokê de pir qetlî’amên mezin hatine kirin. Ji van qetlîamên mezin yek jê jî bêgûman Qetlî’ama Helebçe ye.

Ên kû çûne ser laşê Helebçeyîyan dibêjin; “Leşkerê îraqê  tû dibe qey hema ji nişka ve ev bombe bi ser wan de barandine û kûştine. Ji van bombeyan yek jê li odaya malbatekê ketibû û li wir  maliyan xwarin dixwarin û tev miribûn. Lê xûyanî bû kû mirinê ji nişkêve bi wan ve girtibû. Lewra yeki extîyar gepa nanê xwe hê nû gez kiri bû, geba wî di devê wî de bû û di wî halî de timam bû bû. Yekî dî rûyê wi bi ken bû tû dibê qey jê re pêkenokek hatibû gotin û ew jî pê kenîya bû û timam bû bû…”

Bombebarana kû 16ê Adarê destpê dike heta 17ê Adarê dom dike. Hêjî di vê qetlîamê de bê çend heb însan hatine kûştin bi zelalî nayê zanîn. Lê belê li gora raporên kû hatine amadekirin di vê êrîşê de pirê wan pîrek û zarok bûn û ji hindikayî ve 5 hezar Kûrd hatine qetil kirin. 14 hezar û 765 heb jî birîndar bûne. Lê belê li gora lêkolînerên ji derve ve hatine hijmartin, mirin ji 5 hezaran pirtir bûye.

Ên kû ji vê jenosîdê û qetlîamê filîtîn kû navê vê mirinê danîbûn “Mirina Bêhna Sêvan”. Lê mixabin hema bêje timamê cîhanê li hember vê bûyerê bêdeng û bê pêwendî man e. Îro bandora neyînî a wan bombeyên kîmyewî ên kû bi ser Helebçeyê de hatine barandin, hêjî xwe li ser erda wê dide nîşandan. Zarokên kû li Helebçê çêdibin hê jî seqet têne dinyayê. Li gorî hinek lêkolîneran bandora van bombeyan, ji bandora bombeyên kû bi ser Hîroşîma û Nagazakîyê ve hatine avêtin pirtir bûye.

 

ÎBRAHÎM ÊLIHÎ



[1] Bi Kûrmancî tê watêya “xenîme”.

Ryan Reynold

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *