image

Wekîlê Batmanê yê HUDA PARê Serkan Ramanli di derbarê Doza Kobaniyê ya ku qediya de daxuyanî da. Ramanli rexne li hikûmetê girt û diyar kir ku ji berpirsyarên sereke yên bûyerên 6-8'ê Cotmehê ti kes nehatine cezakirin û kesekî dest nedan teşwîqkaran.

Ramanli li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir ku doza Kobanî jî wek doza Roboskî bê ceza ma û wiha got: “Doza Kobanî jî bû wek doza Roboskî. Heyeta darazê ku got 'Me failê qetlîamê di dosyaya Roboskî de nedît!', di vê dosyayê de jî got, 'Em nikarîn teşwîqkarên qetlîama ku bû sedema mirina Yasîn Börü û hevalên wî bibînin!' û gotin “Ji kujeran razî bin,"

Ramanli di berdewamiya axaftina xwe de got: “Em jî dixwazin sûcdarên din ên di bûyerên 6-8ê Cotmehê de cih girtine, teşwîqkarên ku partiya me û endamên me hedef girtine û hema hema her kesê ku wek wan nafikire û rayedarên yên ku rê dan û kolan ji vandalan re hiştin jî eşkere bikin.; Me parlementerên HUDA PARê dengê ERÊ da pêşnûmaya koma ku ji teref DEM Partiyê ve derbarê 'Bûyerên 6-8ê Cotmehê' hat kirin. Pêşniyar bi piraniya dengan hat redkirin.” MURAT ORHAN

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *