image

Serokomar Erdogan di Civîna Şêwirmendî û Nirxandina 31emîn a AK Partiyê da axivî. Erdogan li vir xîtabî endamên partiyê kir, der barê rojeva hundir û derve de nirxandinan kirin.

Erdogan bal kişand ser qirkirin û qetlîama ku rejîma îşxalker li Xezzeyê pêk tîne û got, "Divê ev barbar, ev hov, ev xwînxwarê bi navê Netanyahû ku herêma me û hemû cîhanê dikişîne nava felaketê, bê sekinandin."

Erdogan bal kişand ku wek Tirkiyeyê zilma 76 salan li her platformê îfade kirine û wiha got: "Em wek Tirkiye li dijî zilm, qetlîam û bêedaletiya ku 76 sal in li her platformê berdewam dikin, li ber xwe didin. Em bi hemû derfetên xwe li cem gelê Filistînê ne."

Erdogan bal kişand ser makeqanûn a nû û wiha got: "Em ji bo makeqanûna nû samîmî ne, em ji lihevkirinê re vekirî ne. Em rast nabînin ku em vê mijarê bikin şerekî siyasî. Werin em bi hev re lihevhatina herî berfireh Tirkiyeyê ji şerma makeqanûna darbeyê rizgar bikin."

Erdogan diyar kir ku ew ê bi teqez pirsgirêka enflasyonê çareser bikin û wiha got: "Niha divê em bi hev ra tiştên nû bibêjin, hêviyê bidin miletê xwe û nexşeya rê ya ku wê derdê miletê xwe derman bike çêbikin. Em ê teqez pirsgirêka enflasyonê çareser bikin. Em hêvîdar in ku em ê rêjeyên enflasyonê yên yekjimarî bi dest bixin. (ÎLKHA)

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *