image

Weqfa Evîndarên Pêxember wek her hefte îro jî bi daxuyaniya çapemeniyê gelê Diyarbekirê yê evîndarên Qudsê li hev anî.

Di bernameya ku li Kuçeya Yenîhal Koprûluya navçeya Kayapinara Navendê hat lidarxistin de Endamê Lijneya Îdareya Giştî yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu axavtina silavkirinê kir.

Tanrikûlû bal kişand ser tesîrên Tofana Eqsayê ya li ser asta cîhanê û bal kişand ser tesîrên li welatên rojavayî yên li dijî Filistînê.

"Bi îzna Xwedê ew ê Tofana Eqsa bibe destpêka dawîyê"

Tanrikûlû diyar kir ku bertekên STK, siyasetmedar û kesan li hemberî qirkirina ku bi mehan e tê kirin têrê nake û got, "Ji ber ku eger bes bûya Îsraîl û Emrîqa wê hêna jî li Xezzeyê qetlîaman nekirana. Çar roj berê li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bi pêşniyara Emrîqayê biryara agirbestê hat qebûlkirin. Feqet 4 roj li ser qerarê derbas bû hêj ji qetlîamên rejîma îşxalker re bêdeng tê mayîn. NY digel hemû qerarên ku heta niha hatine girtin jir ejîma îşxalker re mueyyîdeyan nekirîye. Bi rastî gotinekî nemaye ku em bibêjin lê em ê dîsa jî li hember wan kesên ku dixebitin wan qetlîaman wek normalî nîşan bidin qebûl nakin nîşan bidin di meydanan de ne. Bi îzna Xwedê em ê qebûl nekin jî.”

Tanrikûlû, anî ziman ku ji 7ê Cotmehê û vir ve întîfadeyeke cîhanî heye û weha got: "Misilmanên xwedî wijdan û nemisilman li gelek deverên cîhanê weke me tên cem hev û van cînayetên hovane şermezar dikin. Me di Tofana Eqsayê de bi deh hezaran şehîdan dan û belkî jî Xezze bi tevahî wêran bû, lê Cîhûyîyên siyonîst ên ku xwe wek mezlûm ji dinyayê re dan nîşandan, bi qirkirinên ku kirine nîşanî hemû dinyayê dan ku zilm li wan nehatiye kirin û ew ne mezlum in. Şikir ji Xwedê re Tofana Eqsayê ew ê ji bo kesên ku di warê bazirganî, huner, sînema, siyaset û leşkerî de çi dixwazin dikin bibe  destpêka dawîyê.”

"Niha 146 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî Filistîn wek dewlet nas kirine û vêya gotine”

Tanrikûlû di berdewama axavtina xwe de weha got, "Îro pêşnûmeya aştiyê ya 3 merheleyan a Biden nîşana wê yekê ye ku ev zalim di tengasiyê de ne. Pêşniyara çareseriya du dewletî ya ku ber bi jibîrkirinê ve diçe dîsa anî rojevê. Hat destnîşankirin ku Fîlîstînî miletek e, ku ew bindest in, axa wan îşxalkirîye û ev yek ji raya giştî ya cîhanê re hat ragihandin, Niha 146 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî Filistîn wek dewlet nas kirine û vêya gotine.”

Piştî axavtina Tanrikûlû li ser navê Weqfa Evîndarên Pêxember Mehmet Emîn Gulsever daxuyaniya çapemeniyê xwend.

Gulsever, da zanîn ku Xezzeya birîna xwînrêj a ummetê her roj rastî êrîşa sîyonîstan tê û weha got: "Gelek zalim hatin û çûn, di van sê-pênc rojên îmtîhana cîhanê de gelek wehşet hatin kirin. Dîrok tu carî ji zilma ku dı nav 9 mehan de li Xezzeyê tê kirin re şahidîyê nekiriye. Ev wehşeta naziya siyonist; ji tehrîbatên ju di herba cîhanê ya yekemîn û duyemîn de hatîye kirin zêdetir e.”

“Tişta ku li Xezzeyê qewimî nîşan dide ku sîyonîst çiqasî rezîl in”

Gulsever da zanîn ku di êrîşên li ser Xezzeyê de bombeyên ku ji bombeyên atomê yên ku avêtine Hîroşîma û Nagazakî qat qat girantir hatine bikaranîn û weha got: "Li Xezzeya ku bûye qada ceribandina gelek çekên teknolojîk ên nû, tê xwestin ku xelkekî bê tunekirin. Ji sedî 60ê şêniyên Xezzeyê di encama êrîşên bi şev û roj yên artêşa îşxalker a siyonîst bênavber dikin de hatin wêrankirin, îmhekirin û nêzî 2 milyon xûşk û birayên me yên Xezzeyê bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin koçberkirin."

Gulsever bi bîr xist ku ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va ji ber êrîşên hovên siyonîst bi deh hezaran pitik, zarok, jin û sivîl hatin qetilkirin û weha got:

"Ev wehşet rastiya rûyê cîhana modern a du rûtîya wan ji nîşan dide. Dema ku aliyekî cîhanê di hewza îsrefê de avjeniyê dike û her cure qirêjiyê dike, aliyê din jî rastî birçîbûn, xela, komkujî û qirkirinê tê. Yên ku li Xezzeyê diqewimin rûyê gemar û pîs ê serdema modern nîşan dide. Ev nîşan dide ku sîyonîst çiqasî rezîl in. Gelên dinyayê dîtine û dibînin ku ew awayên rêvebirinê yên bi navê şaristanî, modernîte û pêşverûtiyê difiroşin.”

"Ji xeynî çend dewletan, rêvebirên hemû dewletan wek kuklayan wan meqaman îşxal kirine"

Gulsever di berdewama daxuyanîyê de weha got, "Mesulîyetîya mirov, civak û dewletan e ku dawî li van zulmê bînin. Wek ferdî berhemên û malên sîyonîstan têne boykotkirin, kesên hestyar ên civakî dadikevin qadan û erka xwe pêk tînin. Bangên ku ji gel ji dewletan re têne kirin tu bersivê nabînin. Dewletan, mesulîyetên ku li ser milê wan dikeve bi cîh naynin.”

"Em difikirin ku sedema bersivnedayînê nayê zanîn! Çîmkî ji xeynî çend dewletan rêveberên hemû dewletan wek kuklayan wan meqaman îşxal kirine. Ji ber vê yekê jî li ser esasê dewletbûnê ti encam dernakeve. Dewlet ji bo ku hêrsa miletên xwe bişkînin bi weşandina peyamên şermezarkirinê yên wek rêxistinên sivîl, hewl didin rojê xelas û derbas bikin. Gel ji dewletan daxwaza rawestandina zilmê dikin, dewlet ji Neteweyên Yekbî daxwaz dikin, Neteweyên Yekbûyî jî ji dewletên ku qirkirinê pêk tînin daxwaza rawestandina zilmê dike. Herî dawî li Xezzeyê xwîn, hêsir, birçîbûnî, wêranî û qirkirin diqewime û kirîza mirovahî roj bi roj kûrtir dibe."

“Xwekş ki serê we be ku alema Îslamê bi nifûsa xwe ya 2 milyar li beramberî nifûsa sîyonîstên 7 milyonî nikaribe van hovîtîyan rawestîne”

Gulsever bal kişand ser vê yekê ku rejîma îşxalker a siyonîst ku wek tu biryarekî Dîwana Edaleta Navneteweyî ji tişkî re nahesibîne biryara agirbesta Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî jî ji tişîk re nahesibîne û qetlîamên xwe didomîne û dûre weha got: “Rejîma Siyonîst rê li derbasbûna alîkariyên mirovî di deriyên sînorî yên ku îxşal kiriye re digire û alema 2 milyar kesî ya Îslamê li hember nifûsa 7 milyonî ya siyonîst nikaribin rê li ber van zulmê bigire heyf be! Bila 2 milyar carî xwelî li ser we be.”

Gulsever destnîşan kir ku sedema herî mezin a van hovîtiyên li Xezzeyê gel û lîderên welatên îslamî ne û wiha got: "Dema ku gelên welatên îslamî lîderên wiha kurtbîn, tirsonek û kukla li ser serê xwe ferz dikin, ev encam dibe. Heger gel û lîderên welatên îslamî erkên xwe bi cih anîbûn, îro ew ê van zilman çênebûna. Dibe ku sîyonîst ji herîtayê bihatana tunekirin û dewleteke nû yê Fîlîstînê bihatana sazkirin."

Gulsever daxwazên xwe ji lîder û gelên hemû dewletên hestiyar bi taybetî Tirkiyeyê ra ragihand û got: "Peywendiyên xwe yên bazirganî, leşkerî û dîplomatîk ên bi rejîma îşxalker a siyonîst ra qut bikin, li welatê we firotina berhem û malên siyonîstî qedexe bikin, berhemên siyonîstî boykot bikin. Ji bona ku ji Xezzeyê alîkaîrya însanî bighêje hemû xebatên xwe nîşan bidin û bikarbînin, bi malên xwe ji Xezzeyê re bibin destek.”

"Divê îqtîdar, hemû muxalefet û partîyên sîyasî ji Qanûna Hemwelatîbûna HUDA PARê re  destekê bidin”

Gulsever, da zanîn ku ew biryara agirbesta daîmî ya ku ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve derbarê Xezzeyê de hatiye dayîn têr nabînin û got, "Agirbesta daîmî ya di biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de bi tevahî vekişîna îşxalkeran ji Xezzeyê, pevguhertina girtiyan, ji nû ve avakirina Xezzeyê û vegerandina awareyan bo ser cîh û warên xwe ji ber ku HAMAS wan qebûl dike em jî qebûl dikin. Li gorî me, sîyonîst îşxalker in û divê îşxalker ji Filistînê xilas bibin û wan bavêjin behrê û axan ji wan paqij bikin.”

Gulsever dûre weha got, "Em rast nabînin ku qonaxa ewil a biryara agirbesta daîmî ya 3 merhaleyan Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di heyama 6 hefteyan da bê belavkirin. Ev rewşa ku tam ji meh û nîv re dirêj dike, wê li Xezzeyê bibe sedema komkujiyên zêdetir û ew ê li wê derê krîza însanîyê jî kûrtir bike. Bila ev pêvajoya Neteweyên Yekbûyî di demeke kurt de bikeve rewacê. Di warê vekirina korîdora însanî û bi cîh anîtina şertên dinê de jî divê dewletan û aktorên navneteweyî mesulîyeta ku li ser milê wan dikeve bi cîh bînin.”

Gulsever bal kişand ser pêşnûmeya HUDA PARê ya ji bo guherandina Qanûna Hemwelatîbûnê û wiha got: "Welatiyên tirk ên siyonîst ku xwediyê du hemwelatiyê ne û li Xezzeyê di qirkirinê de cih digirin, bila bê ceza nemînin. Divê hemwelatîbûna wan bê betalkirin, mal û milkên wan bên rawestandin û ji fona malbata nû re bên sewqkirin. Divê ji wan re cezaya hefsê ya giran bê dayîn. Pêşnûmeya HUDA PARê ya ji bo guherandina Qanûna Hemwelatîbûnê divê ji aliyê hemû partî û parlementerên ku di bin banê meclîsê de komên wan hebin an na, partiya îqtîdar û desthilatdariyê bila mesulîyeta însanîyetê bigrin û piştgirîyê bidin pêşnumayê.”

Piştî daxuyaniya çapemeniyê xelk, çû li ber Starbucksê ya ku li qada bernameyê piştgirî dide rejîma îşxalê û li wê derê xwepşandan li dar xistin. Şûbeya Starbucksê li hemberî çalakiyê ku nikarin bazirganiyê bikin ceryana xwe qut kirin û dikanê girtin. (ÎLKHA)

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *