Xêrxwazekî ku li hember karesata mirovî ya li Xezzeyê
xemsar nebû, pereyên ku ji bo hecê dabû hev, ji bo piştgirî bide gelê mezlûm ê
Xezeyê ku ji aliyê rejîma îşgalker ve tên qetilkirin, diyarî Umut Kerwanî kir.
Rıdvan Üzümcü yek ji dilxwazen Komeleya Umut Kerwanî ya Batmanê destnîşan kir ku di dema ku êrişên Rejîma îşxalker a Siyonîst ser Xezeyê dewam dikin, alîkariyên xêrxwazan ji bo dermankirina birînên gelê mezlûm li Xezayê roj bi roj zêde dibin.
Di vê çarçoveyê de Ûzûmcû diyar kir ku xêrxwazekî ku
nexwest navê wî were eşkerekirin, pereyê ku 10 sal berê ji bo hecê berhev
kiribû, ji bo Xezzeyê bexş kir û got, "Gelê Xezzeyê. Li cihê ku ketina
alîkariyên mirovî bi giranî tê astengkirin, bi xetereya birçîbûnê re rû bi rû
ne. Êrîşên 7ê Cotmeha 2023an ve dewam dikin her roj qetliam tên kirin. Ên kul i
hemberî vê rewşê bêdeng namînin, hewl didin bi rêya Umut Kerwanî Hêvîyê
alîkariyê bidin.
"Divê
Em Çi Ji Destê Me Tê Bikin, Çi Hindik Be, Çi Zêde Be"
Ûzumcû ji ber vê tevgera xweş û watedar spasiya
welatiyê xêrxwaz kir û wiha got: "Em wek Umut Kerwanî careke din bang li
hemû Mislimanan dikin. Divê em ji bo Quds û Eqsayê bi awayekî komî seferber
bibin. Ji ber ku Quds û Mescida Eqsa ya me ye. Namûsa ummetê ye: Divê em we bi
her qîmetê biparêzin. Çi hindik be, çi zede be jî divê em piştgiriyê bidin
birayên xwe yên Xezeyê” MURAT ORHAN
0 yorum