Xizm naskirîyên kesên ku di bûyerên 6 û 8ê cotmehê de hatibûn qetilkirin ji bona serdanê çûne li ser goristanan.Her wiha li ser goristana wan kesên ku hatibûn qetilkirin hat dîtin ku xizm û naskirîyên wan kesên ku hatibû qetilkirin axavtinan dikin. Kesên ku li ser goran axavtin destnîşan kirin ku ew ê xwedî li mîrasa şehîdan derkevin.
Xizm û naskirîyên Şehîd Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di 6 û 8ê cotmehê de hatibûn qetilkirin û her wiha xizm û naskirîyên Şehîd Aytaç Baranî yê ku wan rojên çûyî hatibû qetilkirin ji ber minasibeta Îda Remezanê çûne li ser mezelên wan.
Ji naskirî û xizmên şehîdan Perwedeker û Nivîsakar Yasîn Karadag axavtinek li ser gorên şehîdan kir. Karadag di derbarê şehîdîya şehîdan de wiha dest nîşan kir: “Ew da’wa û doza ku şehîdan canê xwe di oxira wî de feda kirine da’wayekî gelekî mezin e. Şehadet bi şiklekî eşkere û zelal edalet û zilmê ji hevûdu cuda dike.”
Kardag piştî ku di derbarê temamê kesên ku şehîdbûnê de axavtin kir, bernameya ziyaretê bi dawî bû.(ÎLKHA)
0 yorum