image


Wezareta Tenduristî ya Filistînê, daxuyand ku di êrîşa rejîma îşxalkeran a ku doh li Cenînê kir de 6 Filistînî şehîd bûn, 21 jê giran 91 kes jî birîndar bûn.

Wezaret, destnîşan kir mirovên ku şehîd bûne Ahmed Yusuf Sakrê 15 salî, Xalid Azzam Asaisayê 21 salî, Kassam Faysal Ebu Seriyyeyê 29 salî, Kays Mecdi Cebbarinê 21 salî, Ahmed Xalid Fayiz Diraximeyê 19 salî û Emced Ebu Caasê 48 salî ye.

6 Filistînîyên ku di êrîşa îşxalkeran de şehîd bûne îro hatin definkirin.

Cenazeyên şehîdan ji malên malbatên wan hatin girtin dûre ji bona ku nimêja wan yê cenazeyê bê kirin ji mizgeftê re hatin birin, dûre jî hatin definkirin.

Doh di navbera îşxalkeran û berxwedêran de pevçûn derketibû.

Tugayê Cenînê yê Tugayên Îzzedîn El-Qessamê daxuyandibû ku ew îşxalkeran kirine nav kemînekî.

Hatibû daxuyandin ku berxwedêran herî kêm 7 leşkerên îşxalkeran birîndar kiribûn û 5 wesayîtên wan jî tehrîp kiribûn. (ÎLKHA)

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *