Deh esîrên Filistînî yên ji Xezzeyê ku di zindanên rejîma sîyonîst de ne, piştî serbestberdanê ji ber rewşa tenduristiya xwe ji bo Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê ya li Dêr Belehê hatin veguhastin.

Maratona YKS sibê dest pê dike: 2.4 milyon namzed ew ê beşdarî îmtîhanê bibin
Maratona YKS sibê dest pê dike: 2.4 milyon namzed ew ê beşdarî îmtîhanê bibin
İçeriği Görüntüle

Rejîma sîyonîst 10 Filistîniyên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li Xezzeyê esîr bûn, êvara Duşemê berdan.

Esîrên serbestberdayî, bi tîmên Xaça Sor re birin Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê li Dêr Belehê û dermankirina wan hat kirin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku esîrên ku demek dirêj di girtîgehan de tên girtin ji ber tenduristiya wan a xirab rasterast ji bo nexweşxaneyan têne veguhestin.

Ev pêşketin di demekê de ye ku êrîşên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve berdewam dikin, ku bi komkujî, birçîbûn, wêranî û koçberiya bi darê zorê têne nîşan dan. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör Gümüş