image


Ew pereyên ku şaredarî didin konseran bira ji herêmên erdhejê re bên şandin.

Digel hatina demsala havînê li gelek bajaran konser û festîval tên tertîpkirin. Bertekên ku ji vê yekê re tên nîşandan berdewam dikin. Kamîl Yildirimê Serokê Komeleya Evîndarên Pêxember ê Bûrsayê destnîşan kir şaredarî di van salên dawîn de ji konseran re bi milyon lîre pere xerc dikin û got, “Ev konserên ku tên kirin li dijî nirxên manewî yên civakê ne.”

Nirxên exlaqî yên civakê tune tên hesibandin… di bin navê “Konser û Şahîyên Havînê” de civak tê îfsadkirin.

Bertekên ku ji van fealîyetên îfsadê re tên nîşandan berdewam dikin.

Yek ji van bertekan jî ji teref Kamîl Yıldırımê Serokê Komeleya Evîndarên Pêxember ê Bûrsayê ve hat nîşandan.

Kamîl yildirim balan kişand li ser îfsada ku konser ji wan re dibin sebeb û pereyên ku li van konseran tê xerckirin.

Tê dîtin di van konseran de ew kesên ku qaşo ji wan re hunermend tê gotin bi aşkere êrîş dibin li ser nirxên exlaqî yên civakê. Ev hunermendên qaşo yên ku tu nirxê exlaqî nas nakin ji wan kesên ku beşdarî konseran dibin nexasim ji ciwanan re dibin modelekî nebaş. Her wisa ev kes dîsa dibin sedema xerabûn û îfsada exlaqê. Şikl û tertîba konseran bi xwe jî ji vê îfsadê re sebeba sereke ye.

Yildirimê ku di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir divê konser li gorî nirxên menewî bin û balan kişand li ser mexdûrîyeta ku li herêmên erdhejê berdewam dikin.

Yildirim weha axivî, “Em wek Komeleya Evîndarên Pêxember ê Bûrsayê û sazîyên din ên sîwîl ên civakî teleb dikin ku ev pereyên ku ji bo van konserên îfsadê tên xerckirin ji herêmên erdhejê re bên şandin.  Îxtîyaca însanê me bi van bernameyên ku li dijî nirxên me ne tune ye.  Îxtîyaca wan bi kar  heye.  Karê şaredarîyan ne ew e ku civakê bi van konseran kêfxweş bike, wezîfeya ew e ku ji însanan re xizmetê bikin. Ha, îlla ew ê bernameyeke civakî tertîp bikin bila  bi wan nivîskar û rewşenbîrên ku ne li dijî nirxên civakê ne konferansan bide dayîn.” (ÎLKHA)

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *