image


Endamên Hecê yên ku bi tevî eqrebeyên xwe hatin balafirgehê piştî kontrola ewraqên xwe bi balafirê ji bo Medîneyê bi rê ketin.

Namzedên Hecê yên ku piştî bernameyê a ji teref Miftîtîya Bajêr a Semsûrê ve hat tertîpkirin birê ketin, kêf û xemgînîyê di nav hev de jîyankirin.

Namzedên Hecê yên ku bi rê ketin ji ÎLKHAyê re fikr û ramanên xwe anîtin ziman.

Namzedê bi navê Şevket ji ÎLKHAyê re weha axivî, “Navê min Şevket e. Ez ê biçim hecê. Ev cara yekem e ez ê biçim Hecê. Hemd ji Xwedê re em diçin mala Xwedê û dê Hezretî Resulullah zîyaret bikin. Ji ber vê pir heyecana min tineye.”

“Ez bû 13 sal e li hêvîya vê rojê me”

Endameke dinê jî dema ku hêstrê xwe anît ziman got ku ew 13 sal e li hêvîya ev rojê ye, “Xwedê Îzîn bide em ê herin Heca xwe temam bikin. Em ji bo riza Xwedê diçin û înşallah ew bira li alîyê xwe qebûl bike. Bira hemû ûmmeta Misilmana efû bike û bira me jî efû bike. Ez bû 13 sal e li hêvîya ev rojê me.”

“Em ji ber coronayê nikaribûn biçûna”

Necîbe Korogluya endama hecê jî weha axivî, “Xwedê îman û Quranê bide me û bira me ji rêya xwe şaş neke. Ez bû 4 sal e li hêvîya ev rojê me roja ku derket jî corona derket û hemû miameleyên me sekinî. Sala parîn jî em newêribûn ji ber wê neçûn. Û îsal jî wan qedexeyan rakirin û em ê jî bi rê kevin înşaallah. Ez 78 salî me, ji me re gotin û me jî pasaportên xwe nû kir. Xwedê me ji Quran û îmanê dûr neke û li ser rêya rast şaş neke.”

“Xwedê welatê me jibela û afatan mihafeze bike”

Veysel Karaaslan, “Ez bû 6-7 sal e xwe nivisandime. Xwedê kir nisîbê me û em jî diçin. Xwedê duayên me qebûl bike. Xwedê bira welatê me jî ji bela û afatan biparêze û em cardin erdhej û lehîyan nebînin.”

Kemal Bakirci, “Ez wa cara yekem e diçim. Me amadehîyên xwe kir û nexweşîn derket em neçûn û wa vê carê em ê bi rê kevin.” (ÎLKHA)

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *