Endamê Biroya Sîyasî ya HAMASê Xalid Meşal, got ku divê îdareya bireveberîya Filistînê bi temamî di destê Filistînîyan de be, derheqê meseleya çekan de jî pêşnîyarên rastîn û yê ku mirov dikare tetbîq bike pêşnîyar kirine.

Xalid Meşal ji El Cezîreyê re daxuyanî da û di daxuyanîya xwe de îfade kir ku pêşeroja Xezzeyê tenê aîdê gelê Filistînîyê ye, divê bireveberîya li Xezzeyê jî tu dexlekî derve tinebe û ji teref gelê Filistînê ve were îdarekirin.

Meşal îfade kir ku tevger ji bona ku ji alîyê rejima sîyonîst re êrîşekî neyê kirin garantî bike pêşnîyarên rastîn û yên ku mirov dikare tetbîq bike pêşnîyaz dike û ev jî nayê vê maneyê ku tevger ew ê xwe bêçek bike. Meşal, îfade kir ku tehdîda rastîn ji Xezzeyê nayê, tehdîda rastîn ji rejima sîyonîst çêdibe.

Axîos: Trump dê di demek nêzîk de merhaleya duyemîn a rêkeftina Xezzeyê ragihîne
Axîos: Trump dê di demek nêzîk de merhaleya duyemîn a rêkeftina Xezzeyê ragihîne
İçeriği Görüntüle

Ji bona ku merhaleya duyemîn a agirbestê jî çêbibe Meşal îfade kir ku HAMASê ji bona ku ev pêvajo bi lez bibe bi hemî îmkanên xwe dixebite.

Ji teref Xalid Meşal ve hat îfadekirin ku doza Filistînê li herêmê ji nû ve zindî bûye û Xezzeyê jî bedelên giran daye, êdî ew ketine dewra kombûnê. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör