image

Keça Mela M. Şerîf Çelîkê kuji  sedem  doza Îslamî di girtîgehêde ye û hukim xwariye, di derbarê bavê xwe de destnîşan kir ku wê hîç bavê xwe li dervê ne dîtiye, û diyar dike ku ev 28 cejn e ku ji bavê xwe cuda ye. 

"Min bavê xwe li pişt singikên hesinî nas kir."

Keça Mela M. Şerîfê  ku navê wê Helîme Çelîk e di derbarê bavê xwe yê ku ji ber xebatên îslamî hatiye girtin wiha destnîşasn kir: "Berîya ez bêm dinyayê bavê min di girtîgehê de bû, wî berdan; piştî ez hatim dinyayê dîsa wî girtin. Vêga ez 14 salî me û bavê min hê jî di girtîgehêde ye. 28 cejn e ez ji bavê xwe cûda me. Qet cejnekê min bavê xwe li malê nedît. Li malê, roja îdê qet nayê bîra min ku bavê min li malê bû. Em wek zarokên yên ku bavên wan di girtîgehê de ne, me hemûyan bavê xwe li pişt singikê hesinî nas kir. Me bavê xwe destbendî dît. Me ji ber vê gelek zilm dît. Her cejnên me ji bavê me cuda derbas bûn. Cejnên me situxwar û cejnên bavê me jî bi huzn û jan derbas dibe. Ji me re cejneke bihizûr nehiştin. Me ti carî cejnekê bi hev re û xweş derbas nekir. Her cejnê me sitûxwar û tijî jan û bikul derbas bû."

"Erdogan dengê hemû kesan bihîst lê belê tenê dengê me Yusîfîyan nekir"

Çelîk, diyar  kir ku bersûcên doza Ergenekon û Balyozê û yên gelek dozên din ji girtîgehan hatin azadkirin encex ji bona girtîyên dozên Îslamî re tu tişt nehatîye kirin û wiha li dawî axavtina xwe anî: "Bavê min û hevalên wî yên Yusifî hê di girtîgehan de ne, di zindanê de ji zarokên xwe cuda cejnan derbas dikin. Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bona bavê me tu tişt nekir. Dengê hemû kesan bihîst, lê  belê tenê dengê me Yusifîyan piştguh kir. Erdogan hemû kesên ku ji doza Balyoz û ji dozên din ên siyasî dihatin darizandin azad kirin.Tenê Yusifiyên ku ji dozên Îslamî hatine girtin azad nake. Em di hemû cejnên xwe de bi jana hesret û fîrqetê dişewitin. Xwedayê min tu heqê me ji zaliman re nehêle, Rebbê min ew kesên ku heqê me dixun ji wan re heqê me nehêle" (İLKHA)

 









0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *