image

Komelgeha Karwanê Umîdê ya Bankaya Zadê li Bursayê ya ku bi fealiyetên xwe yên alîkariyê rûyê muxtacan dikenîne, fealiyetên xwe yên meha Remezanê bi raya giştî re par vekir.

Hat destnîşankirin ku  li navenda Bursayê di meha Remezanê de alîkarî ji 195 malbatan re hatiye kirin her wiha xebatên alîkarîyê de berdewam bikin. 

Serokê Komaleyê Adnan Alınç destnîşan kir ku di nava meha Remezanê de bi 85 malbatan re alîkariya zadî, bi 15 malbatan re alîkariya sebzewat, bi 25 malbatan re alîkariya goşt, bi 60 malbatan re alîkariya cil û bergan, bi 3 malbatan re jî alîkariya têkberên spî û bi 7 malbatan re jî alîkariya alavên hundirê xanî tevde li 195 malbatan alîkarî hatiye kirin.  

Alinç da zanîn ku dê alîkariyên erzaqî di mêhên din de jî bi zêdekirinê berdewam bikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: "Bi peretî tevde li dor 16 hezar û 160 TL alîkarî me ji malbatên hewcedar re kir. Evan alîkarî carinan bi bexşandinê, carinan jî di nava dewlemend û xizanan de wek usûlê pir û wesîle  ev alîkarî ji feqîran re hatin gihandin."

Alinç da zanîn ku di meha Remezanê de di xala alîkariyan de hestê insanan zêde dibin û axavtina xwe wiha da domandin:" Belê bi tenê di mehekê de em alîkariyan nakin. Em her wextî bi taybetî li êtîm û nexweşên mayînde re alîkariyan dibin. Ji ber hindê ev alîkarî pêwîst e bi berdewamî bin. Sedem vê xalê em bangê li hemwelatiyên maldar û xwedî hest dikin, bi taybetî bang li hemwelatiyên hestiyar dikin. Yanî bona em van alîkariyan bi pergal berdewam bidin berdewam kirin  çi neqdî, çi têkberên spî û çi alavên hundirê xanî bin em alîkariyên xêrxwazan daxwaz dikin. Di vê xalê de dikarin bi rêya internet û numerê telefonê bi me re îrtibatê girêdin û alîkariyên xwe bigihînin xizanan." (ÎLKHA)

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *