image

Serokê Komeleya IHO-EBRARê Doktor Abdurrahman Alpsoy derbarê xebatên alîkarîyê yên ku tên kirin de daxuyanî da.

Alpsoy di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir: “Em niha li Kampalaya paytexta Ugandayê ne.Em hatin ziyareta telebeyên medreseyê. Bi rastî jî şert û mercên vê derê pir giran in. Me li cihê razanê mêze kir bi rastî jî ne cihê razanê ye.Dema ku çavê me li halê medresê û xwendekaran dikeve kezeba me dişewite û hêstir ji çavên me dibare.Ev rewşa nebaş li paytexta welêt e. Vêcar li wan derên din rewş çawaye hisab li ba we.Me li vê derê ji telebeyan alîkarî kir.”(ÎLKHA)

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *