image

 Salîm Fîdancî li gûndê Sûsaya girêdaye Farqîna Amedê hate dinyayê. Bi wesîla hevalên xwe yên exlaqxweş û fitratpaqij di ciwanîya xwe de doza îslamê naskir. 

 Ji ber ku bavê wî bi tîcaretê re mijûl dibû barê malbata xwe, wî  li milê xwe kiribû. Li gûndê xwe bi xebatên îslamî dihat naskirin û heskirin. 

 Weke her dem di Remezana 1992an de jî Salîm hay ji nimêja li mizgeftê bi cemaet hebû; belê tehdîd û zextên  PKKyîyan, tehemul ji misilmanan kesên dîndar nedikirin. 

 Salîm li mizgefta gûnd ya bi navê Selahaddînê Eyyûbî muqabele ya xwe xwend û xitmê xwe teslîmê Rebbê Alemê kir. PKKyîyan li devê mala wî meş û civîn dikirin êrîş li ser wî rast kirin û wî bi giranî birîndar kirin. 

 Salîm Fîdancî rakirin nexweşxaneyê, belê doxtorê li nobetê jî ji ber ku hevalê PKKyîyan bû  Salîm tedawî nekir. 2ê Nîsana 1992an roja êvara cejnê di temenê xwe yê 26 salî de rihê wî çû ber dilovanîya Xwedê. 

 Dema ew qetil kirin yek keç û 2 kurên wî tevde 3 êtîmên bêgûneh li pey man. Kurê Şehîd Salîmî yê mezin ku navê wî Bilal e ji  bo ajansa ÎLKHAyê di derbarê qetilkirina bavê xwe de axivî. 

"Xweş exlaqî û biratîya wî ciwanên gûnd bi wî ve girêdida." 

 Bavê wî di sala 1984an de doza îslamê nas dike û her wext ku firsed dibîne  ji xizm û eqrebayên xwe re îslamê vedibêje. Bîlal, xeberdana xw ya di derbarê bavê xwe de her wiha domand: " Bavê min di sala 1984an de piştî cemaeta îslamî û doza wê nas dike êdî  ji  bo doza îslamê bigihîne gûndê Susayê dest bi xebatan dike. Ji xizm û eqrebayên me re îslamê vedibêje, vê terbîyê dide wan. Di demeke kurt de li Susayê cî digire. Xweş exlaqî û dilovanî û biratîya bavê min ciwanên gûnd hemûyan bi bavê min ve girêdide. Di demeke kurt de ciwanên gûnd hemû îslamê xweş dinasin û dikevin bin wê terbîya îslamê. Li gûnd ders û sohbet dest pê dikin. Li gûnd bi şehîd Huseyn û kurmamên xwe yên din re  xebatên  îslamê didene dewamkirin."  

"Herkesê ku îxlas û dilsozîya wî didît ‘aşiqî exlaqa wî dibû"

Bilal di derbarê xebatên îslamê yên wê demê de destnîşan kir ku  xebatên doza îslamê PKKya li herêmê aciz dikir û axavtina xwe wiha da domandin; "Gundê Susayê bo mîhraqên kufrî dibe rewşeke bi tirs û xetere. Di wê demê de herêma me giş di bin hakimîyeta PKKê de bû, li herêmê dewlet tunebû. Di rewşeke wisa de vegotina misilmanan ya doza îslamê û serbilindîya îslamî li hemberî kufrê gelekî li zora wan diçû. Bavê min li Farqînê dihat naskirin û hezkirin. Ji ber sedema ew exlaq û şexsîyeta kamil, ew îxlas û dilsozî û teqwaya bavê min yên ku  pê re diaxivin û wî didîtin , dinasîn hemûyan re dilgermî peyda dibû. Hevaltîyekê bêmînak di navbira bavê min û Hecî Bîçerê ku di leyletul Qedra di 1992an de hat şehîdkirin de hebû. Piştî şehadeta wî gelekî diêşe û ji ser gora wî venaqete. Ji nêzîk û derûdorê xwe re pirr qala daxwaza xwe ya şehadetê dike. Bavê min di derbarê şehadetê de wiha digot' Di nava me de yên şehîd bibin hene lê ne kes wan nas dike û ne ew bi xwe xeberdar in.' Bavê min piştî van peyvan bi 3 rojan şehîd dikeve."

"Ew kesên ku êrîş lê kirin jî jê gelekî hez dikirin û heyranê exlaqê bavê min bûn"

Bilal Fidancî derbarê qetilkirina bavê xwe de her wiha ragihand:"Meha Remezanê roja  dawî li Mizgefta Selaheddînê Eyyûbî xetma xwe ya Qur'ana Pîroz teslîm dike. Ji cemaeta mizgeftê xatir û helalîyê dixwaze. Pişt re bi bal malê ve dimeşe. Di wan deman de rewş tevlîhev bû, her wext alozî hebû. Dengê çekan dihat. Dema bavê min digîhêje malê li dor 300 an 500 kes yên koma PKKyî dibîne. Demildest dikeve dikana li rex mala me. Ew kom wê demê bavê min dibînin û nas dikin. Digel ku heyranê şexsîyeta wi bûn jî dîsa êrîş li ser bavê min dikin. Pişt re li devê mala me li bavê min dixin bi kevir û dar û kêran êrîşî ser wî dikin. Bavê min jî  bihêz, li berxwe dide. Ev koma hov bi çekan li ser bavê min dideynin, bavê min lînc dikin. Di wê demê de kesekî ku  bavê min rake nexweşxanê peyda nabe.  Xizmekî me bavê min dibîne û wî dibe nexweşxanê; lê belê doxtorê nexweşxanê alîgirên PKKyîyan bû. Ji ber vê yekê jî bavê min nas dikir û  mudaxele lê nekir û wî şiyande Diyarbekir. Ji ber vê yekê jî bavê min di rê de şehîd bû." 

"Em ê rêya hemû şehîdên 'ezîz bimeşînin"

 Bilal axavtina xwe ya di  derbarç bavê xwe wiha da dawî kirin: "Bavê min berî ku şehîd bikeve gelekî xewnên şehîdîyê dibîne. Piştî şehîdîya Hecî Biçer disa xewnê dibîne, xewna xwe ji dayîka min re dibêje. Dibêje min didît ez li kolanekê şehîd diketim, Şehîd ‘Eta ji dest min digirt û ji ava kewserê dida min û min jê divexwar. Bavê min şehîdeki pirr delal bû û  di rêya Xweda de canê xwe da. Em jî wek zarokên wî tu car ji rê ya wî venaqetin.  Tu carî li ber kufrê serî natewînin û rêya hemû şehîdên ezîz wek wana em ê bimeşînin. Şehadet bo me zafer e. Hemû zarokên şehîdan lazime wek bavên xwe di vê rêyê de bimeşin û doz û da’wa wan bimeşînin"(ÎLKHA)



























0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *