image

Di sala 1994an de li gundê Xirbêsitîla girêdaye navçeya Çinara Diyarbekirê di fecra Leyletul Qedrê de ji ber teqîna  mayina ku ji teref PKKê ve li rêya gund hatibû bicihkirin 11 misilman hat qetilkirin.

PKK ya ku bi qetilkirina kurdan navê xwe li derdora xwe vêdaye û navder bûye, gelek  êş û zahmetî  da wan kesên ku mîna wî nedifikirîn. Ew PKKê ya ku li Kurdistanê bihezaran pîrek û zarok, pîr û ciwanan  qetil dikir ; di fecra Leyletul Qedra 1994an de jî dest bi qetlîamekî din kir.

10ê adara 1994an di fecra Leyletul Qedra 1994an de qetlîamekî din a bi wehşîyana ji teref PKKê ve hat kirin. Mînîbusa gund a ku nêzî 50 kes di nav de bûn dema ku ji ser wê mayina ku ji teref PKKê ve hatibû bi cih kirin teqîya. Di teqîna ku pêk hat de 10 kes rehmet kirin. Lê belê wehşeta PKKê li vir jî xelas nebû. Muhammed Ayhan ê ku di teqîna birîndar bûbû, cardin ji PKKê re bû hedef.   Piştî 2 heftîyan PKK cardin mayin li ber rê bi cih  kir. Dema ku erebeya ku Muhammed Ayhan  di nav de bû li ser mayinê  derbas bû  mayin teqîya û Muhammed Ayhan rehmet kir. Piştî vê teqînê hejmara  kesên ku hatin qetilkirin, bû 11.

22 sal ji ser vê wehşetê derbas bû, lê belê hê jî birînên vê qetlîamê nû ne. Di derbarê vê qetlîama ku hatiye kirin de Mela Ahmet Turkoglu wiha ragihand: “ Her tim di rêya gund de mayin dihatin bicihkirin. Ji wan mayinan hinek nediteqîyan hinek jî em rastî wan dihatin. Lê belê teqdîra Xwedê, ji wê mayina PKKê ya ku li ber rê bi cih kiribû haya kesî jê tunebû, em jê haydar nebûn. Dema ku mînîbus li ser mayinê re derbas bû mayin teqîyan. Di teqînê de gelek kes hatin qetilkirin.

 “2 zarokên 10 salî hatin qetilkirin”

Turkoglu di derbarê qetilkirina gundîyan de axavtina xwe wiha domand: “Di fecra Leyletul Qedrê de  dema ku mînîbusa gund ji ser mayînê derbasbû, mayîn teqîya. Di wê teqîna mayinê de 10 misilman hatin qetilkirin. Sedema vê tenê ji ber ku misilman bûn e. Di nava wan kesên ku hatibûn qetilkirin de  2 zarokên 10 salî jî hatibûn qetilkirin.”

Navên kesên ku dî teqîna mayînê de rehmet kirine:

Molla Xidir Akyol

Hacî Ramazan Yeşîl

Ramazan Gulçer 

Bedrî Sosyal 

Halîl Demîr

Îbrahîm Dagtekîn 

Kutbeddîn Ayhan 

Tajdîn

Mehmet Emîn ve Mehmet Xelîl Gulçer

Mehmet Ayhan                                                                                 (ÎLKHA)

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *