image

Di nameyeke fermî de bo Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî û 15 welatên endam di Encûmena Asayişa Navdewletî de, Nêçîrvan Barzanî hejmarek daxwaz bi fermî arasteyê navenda biryara navdewletî kir.

Barzanî di peyama xwe ya ku ji Neteweyên Yekbûyî re de destnîşan kir: “Desthilata bêhtir bi şandiya sekreterê giştî yê NY were dan û rola wê ya bêhtir di navbênkariya navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de hebe ji bo çareserkirina pirsgirêkan, xasma pirsgirêka dabeşkirina samanên siruştî û herweha cîbicîkirina madeya 140.  Em piştgiriya daxwaza hikûmeta Iraqê ji Encûmena Asayîşa Navdewletî dike ji bo zêdetirkirina rola NY di birêvebirina hilbijartinan de li Iraqê û piştrastbûna ji wê yekê ku hilbijartinên cotmeha îsal li Iraqê bi başî û dûrî binpêkariyan birêve diçin. Dîsa em daxwaza wê yekê dikin ku di naveroka proje-biryara nû ya Encûmena Asayîşa Navdewletî derbarê Iraqê de, piştgiriya fermî ya encûmenê hebe ji bo wê peymana ku vê dawiyê di navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de rû da derbarê budce û dabeşkirina samanên siruştî.”(ÎLKHA)

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *