16

Lewra Xwedayê me yê gewre ji ber ku vî aliyê me pir baş dizane hişyarî dabû me û wiha ferman dabû: “Heger yek an jî du ji wan li cem te bigihin asta kalbûnê nebî ku tu ji wan re bibêjî ‘Of’ jî! Erza wan neşkîne, ji wan re gotinên xweş yên dilxweşkirinê bibêje!” Sureya Îsra 23.

Pêxemberê me (S.A.V) di hedîsa şerîf de bal kişandiye ser: “Heger ciwanek ji ber kalbûna yekî hurmetê jê re bigire, dê Xweda jî dema ew kal bibe yên hurmetê lê bigirin jê re bişîne.” (Ebû-Dawûd) û ferman daye.

Gelo em li ku derê şaşîyê dikin?

Dibe ku pêwîstî pê heye em pênaseya mirovbûnê û wateya ku wê em lê dikin ji nû ve li ber çavan bigirin.

A rast dibe ku ji bo dîtina bersiva hemû pirsan, em jî weke Aristoteles li ser naskirin û pênasekirina mirovan bixebitin û meqseda wan a jiyanê bidin ber lêpirsînê.

“Hinek kar û xebatên ku xerat û hosteyê pêlavan dikin hene, ma karê însan jî nîne? Ma bi awayê xwezayî bêkar e? Yan jî mirov dikare îdia bike ku çav, dest, ling û her yek ji beşên din, xwedî mijulahiyekê ne û karê însan jî ji van hîn wêdetir e?”

Vê pirsê dike û dide zanîn ku însanbûn ne ew tiştê ku ji derve em têdigihin e, ev rewş ji bo hemû giyanewaran jî derbas dibe. Lewra jî ‘bikêrbûn û karê tiştekî, hem dikare di xwezaya wî tiştî de bê dîtin hem jî dikare bibe çalakiya ku ew bixwe tenê dike jî.” Bi van gotinan jî îşaret bi ew tişta ku di mirovan de heye û di aferîdên din de tune dikir. Aqil û hizr.”Werin em wê wezîfeya însanan a ji van wêdetir ji fermana Xwedayê mezin guhdar bikin: “Dizanî Rebbê te ji bo Melayîketan: “Miheqeq ezê li ser rûyê erdê xelîfeyekî deynin.” (Sûreya Bakara 30)

Mevdûdî, maneya ‘Xelîfeyê Xewda’ ku qesta mirovan dike; zêdetir ji bo wefadarî, rîayeta li emanetê tîna bîra me û dide xuyakirin ku maneyeke wekî ku hin kes însanan bi pîroziyekê mezintir nîşan didin, tê de tune ye.

Dibe ku tam jî ew dem e ku em li xwe vegerin û fermana aferînerê xwe bicih bînin.

Dibe ku tam jî ew dem e ku em li ser tişta Xwedayê mezin, ji me xwestiye bifikirin.

“…Ma ez ne Rebbê we me? ‘Helbet wisa ye! Gotin, ‘Em şahidiyê dikin’. Me wisa kir ku roja qiyametê hûn nebêjin, ‘Haya me ji vê nebû’. (Sûreya Arafê 172)

Tişta ku Mevdûdî qesta wê ji xelîfetiyê dikir ev bû; em li ser rêgeza wefadariyê li hember fermanên Xweda, wefadariya xwe nîşan bidin û ji bo pîr û kalên xwe jî ti qisûrekê nekin da ku ew jî nebin weke zarokan. Bes tenê bila mirovên em ji wan hez dikin, ne bi bedena wan lê bi rûhê wan be…


Ryan Reynold

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *