image

 

Li navçeya Serê Kanîya Rihayê li taxa Bahçelîevlerê 2 polîs di nava lîvînên xwe de mirî hatin dîtin. Li gor agahîyan her du polîs jî di qamçikên wan de hatiye berdan.

Hat diyarkirin Feyyaz Yumuşak û  Okan Acar ji ber ku  serê sibê neçûbûn karên xwe, polîsên dewrîyê hatin malên wan û demekê dirêj li derîyên wan dane; lê belê ji ber ku tu kes derî li wan nevikirîye polîsên dewrîyê gazî kilîtçêker kirine û derî  pê dane vekirin. Dema ku polîsên dewrîyê têketine hundir her du polîsan jî di nav cihên wan de bi şiklekî di qemçikan wan de berdayî  dîtine.

Her wiha hat hînbûn ku ji polîsên ku hatine kuştin Feyyaz Yumuşak ji Nîgdeyê û polîsê din jî ji Eskîşehîrê ye.

Hêj di derbarê bûyerê de lêkolîn berdewan dikir ku ji teref çapemenîyekê  ku nêzî PKKyê ve hat diyarkirin ku wan vê karê kuştine kirine.

Her wiha tê îddîakirin ku di wê mala ku 2 polîs lê hatine kuştin polîsekê din jî dijîya, lê belê ev polîsa sêyemîn winda bûye.(ÎLKHA)

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *