image

Serokê Giştî Ya Partîya Doza Azad Zekerîya Yapicioglu û Arîkarê Serokê Giştî ya Partîya Doza Azad Huseyn Yilmaz li hisabên xwe twettîrê  êrîşa Pirsûsê şermezar kirin.Yapicioglu di derbarê bûyerê de wiha destnîşan kir: “Ev êrîş ji teref ji kî ve û bi çi armancê hatibe kirin, ez wê êrîşa ku li Pirsûsê hatiye kirin bi şiddet şermezar dikim.” Yapicioglu piştî vê gotina xwe  diyar kir ku divê demildest berpirsîyarên vê êrîşê werin eşkere kirin û ji bona cardin tiştên wiha nebin divê pêşgirî û tedbîr  werin standin.

Yapicioglu di derbarê wê êrîşa ku li Pirsûsê pêk hatiye de destnîşan kir ku bi van êrîşên ku tên kirin dixwazin ku pevçûnan bînin vê rexê sînorê.

Yapicioglu  di twettên xwe de van tiştan ragihand:

1-Ev êrîş ji teref ji kî ve û bi çi armancê hatibe kirin, ez wê êrîşa ku li Pirsûsê hatiye kirin bi şiddet      şermezar dikim.

2-Ez ji kesên ku di bûyerê de birîndar bûne re şifa û ji naskirîyên kesên ku mirinê re jî sersaxîye dixwazim.

3-Divê demildest berpirsîyarên vê êrîşê werin eşkere kirin û ji bona cardin tiştên wiha nebin, divê pêşgirî û tedbîr  werin standin.

4-Hinceta van êrîşan û hinceta kêmasîya ewlehîyê tune ye.

5-Ji armancên van êrîşan yek jî ev e ku dixwazin bi van êrîşan, pevçûnên derveyî sînor bînin van deran.

6-Ji ber vê yekê divê di serî de hikûmet û her wiha hemû kes xwedîyê berpirsîyar bin û bi dîqqet bin.

Yilmaz jî di derbarê mijarê de van twettîn parve kir:

-Wê êrîşa  bombeyî ya ku hatiye kirin şermezar dikim, ji naskirîyên kesên ku di bûyerê de mirinê re sersaxîyê û ji kesên birîndar re jî şifa dixwazim.

-Tê gotin ku ji bona kesên ku di êrîşê de birîndar bûne re hewcîtîya xwînê heye. Bexşandina xwînê erk û wezîfeyekê însanî ye.(ÎLKHA)









0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *