image

Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku di teqînê de 27 kes jiyana xwe ji dest dane û her wiha nêzî 100 kesî jî birîndar bûne.

Di daxuyanîya ku Wezareta Karên Navxweyî daye de wiha hat ragihandin: “ Îro li navçeya Pirsusa Rihayê di seat 12.00an de êrîşekî terorê hatiye lidarxistin. Li gor tesbîtan 27 hemwelatîyên me jiyana xwe ji dest dane. Her wiha ji zêdebûyîna hejmara mirîyan tê mitale kirin. Li nexweşxaneyên heremê 100 kesên birîndar tên tedawî kirin. ji bona ku di derbarê bûyerê de lêpirsîn û lêkolîn bê kirin ekîbên teknîkî şandin heremê.”

Hat diyarkirin ku di derbarê bûyerê de daxuyanîyên fermî ew ê ji teref walîtîyê ve bên kirin.(ÎLKHA)

 



0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *