image

Muhemmed Şakîrê ku li Serêkanîya Rihayê  ji ber xebatên Îslamî ji teref têgiha despot a wê serdemê ve hate girtin û  nêzî nîv sedsale mehkûme û di girtîgehê de ye; dayîka wî Xanim Şakîr bi salan çaverê li bendewarê kurê xwe ye. 

Muhemmed Şakîr ji sedem doza Îslamê bi salan di girtîgehê de ye. Dayîka wî Xanim Şakîr dibêje; “Em wek malbata wî her cejn bi ûmîd dibêjin belkû vê carê were, çaverê li hêviya wî ne. Em bi çar çavan li hêvîya yekî xwedîyê însafekî  wisanê ku van zilm û tadeyîyên li ser me rabike”.

Xanim Şakîr, bi salan di hesreta kurê xwe de dişewite û dibêje; “Ev cezayê ku li kurê min hatiye dayîn bona dayîkekê cezayê herî mezin e. Muhemmedê min ev çend sale bêsûc û bêsebeb di hebsêdeye. Ev çend sale ez cejnê bêyî wî derbas dikim. Li vê dinyayê em ji hevdû têr nebûn. Qet rojekê me çênebû ku em li cem hevdû rûnin û bi muhebbet biştexilin. Ez nikarim biçim bo dîdariya wî. Lewra cihê ku lê ye gelek dûr bû, min li xwe ne didît ku biçim serdana wî. Lê belê şikir ji Xwedê re vêga anîne Semsûrê. Digel pir zehmetiyan dîsa bo çûna cem wî li ber xwe didim. Herî dawî 3 meh berê ez û xanima wî tevde çûne serdana wî. Xweda bona wî û hevalên wî derîyên xêrê veke. Êdî bese evqas  eziyeta li me didin kişandin. Divê gavek berî gavekî ji bona van însanan tiştek were kirin.”

'Em bê wî cejneke din derbas dikin'

Dayik Xanim Şakîr ya ku ev çend sale ji kurê xwe cuda û cejnan bê  kurê derbas dike axavtina xwe wiha domqand:"Li vê dinyayê ez û kurê xwe ji hev têr nebûn û ez bi hesreta kurê xwe peritîm.Ev çend sal çêbû ku di girtîgehê de ye ,ez wî pirr meraq dikim. Şikir ji Xweda re min kurê xwe zewicand, çavê min li paş namîne. Bi hezaran şikir ji Xwedê re bi xanima Muhemmedî re em çûn ziyareta wî. Ji min re go; 'dayê ev çend sal çêbû min û te hev nedîtîbû'  min jî go; 'kurê min, wellah nayê bîra min, gelek salên dirêj çêbûn.' Ji ber ku dûr bû min nikarîbû biçim. Xweda ji wî û hevalên wî re derîyên xêrê veke û wan bi dilovanîya xwe rapêçe."

"Min geleki dixwest di cejnê de kurê xwe bibînim"

Dayîka ku  vê cejnê jî nikaribû biçe cem kurê xwe axaftina xwe di nav hêstirên çavan de wisa bi dawî kir: “"Nehiştin, di vê dinyayê de nehiştin em û wî beramberê hev rûnin û wext derbas bikin. Bêsûc û bêsebeb wî avêtin girtîgehê. Min geleki dixwest ku di cejnê de kurê xwe bibînim lê mixabin ez  seqetim li erdê me. Ez di xwe de çûna cem wî nabînim, min geleki dixwest ez cejnê bi wî re derbas bikim. Em hemû muxtacê dilovanîya Xwedê ne; Xweda çi bixwaze dê ew tişt bibe."(İLKHA)

 

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *