image

Xelkê Batmanê piştî nimêja cejnê bipêşanî çûne ziyareta ser goristanan. Goristanên bajêr a goristinanên Karşiyaka, Asrî û goristanên din bi  Batmanîyan tijî bû û di goristina de rê nema. 

Sibeha cejnê Batmanîyên goristanan ziyaret kirin, li ser gora xwedî û naskiriyên xwe Qur'ana Pîroz xwendin û du’a kirin. 

Di van ziyaretan de gelek demên hestiyar hatin dîtin. Xelkê Batmanê sedem cejnên bê wan tê derbas kirin di nav xemgîniyê de xuya dikirin. 

Xeyreddin Velioglu yê ku birayê  Serokê Cemaeta Hîzbûllah merhum Huseyîn Velîogluyê  jî hatibû serdana birayê xwe. Di ziyareta gora merhûm de Velîoglu hestê û fikrên xwe wisa anî ziman; "Îro Cejna Remezanê ye. Em li ser gora Şehîd Rehber dicivin. Her cejn û her rojên pêncşemban gora Huseyîn Velîoglu  ji teref hezkiriyên wî ve tê ziyaretkirin. Em jî wek birayê wî û malbata wî bona mêhvanên wî amade disekinin. Her dema ku dibe cejn û îd ziyaretvanên gora Huseyîn Velîoglu kêm nabin. 15 sal çêbû her cejn em li vê derê dicivin û cejna hevdû pîroz dikin."(ÎLKHA)

 

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *