image

 Seroka Partîya Doza Azad(HUDA PAR) Zekerîya Yapicioglu  di derbarê Leyletul Qedra ku ji hezar mehî xêrtirê de daxuyanî da.

Zekerîya Yapicioglu di destpêka axavtina xwe de destnîşan kir ku ev şeva Qedrê, bibe xelasîya ummeta îslamê ji rewşa neyînî. Yapicioglu piştî vê diyarkirinê re xeberdana xwe wiha domand: “ Hemd ji Xwedê Telala re ku îsal kire nesîbê me em bigihêjin meha Remezanê û şeva Qedrê. Em hêvî dikin ku Xwedê nesîbê me bike da ku bigihêjin meha Remezana pêşîya me. Ez hêvî dikim Leyletul Qedr bibe wesîleya xelasbûna û terikandina zaruret, cehalet û nezanîn, fitne û tefrîka, zillet û şerê navxweyî. Her wiha ez hêvî dikim ev şeva mibarek û bixêr  bibe wesîleya biratî û aramîyê.  Cardin ez hevî dikim û ji Xwedê Teala teleb dikim ku Xwedê Teala di vê şeva ji hezar mehê bixêrtir de xêr û  bereketê bide ummeta îslamê.(ÎLKHA)

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *