image


Endamê Komîteya Teşkîlatî ya Weqfa Evîndarên Pêxember Mevlida Nebî Ercan Fîdan di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de diyar kir ku “ji bo gelê Diyarbekirê bê pere derbasî qada mîtîngê bibe, em dixwazin li ser biryarê careke din bê fikirin û çi pêwîst be bê kirin.”

Fîdanê ku bi xwendina ayeta "Me tu ji bo alemê rehmet şandî. (Enbîya-107)" dest bi daxuyaniya çapemeniyê kir de wiha got: "Selat û silav li pêxemberê dawîn ê mirovahiyê û parêzgerê mirovahiyê Hezretî Muhammed be. Ew ku bi hatina xwe û bi rehma xwe keçan ji binaxkirina sax xilas kir. Ew bû parêzvanê sêwî û hêviya lingên tazî. Wekî ku di Qur’an’ê de tê gotin. , Ew ku tarîtî qetandiye, mirovatî bi ronahiya Îslamê ronî kir û bi edaleta xwe azadiya rastîn pêşkêşî wan kir. Em dîsa hazirîya pîrozkirina wiladeta Resûlê Xweda ya li qada mîtîngê ya Parka Newrozê a Diyarbekirê li dar bixin, dikin.

"Ji bo berdewamiya bernameyan tiştên ku li ser me dikevin em ê bikin"

Fîdan got ku, "Weke ku tê zanîn bernameyên wiladeta pîroz ên ku ji sala 2006an vir ve her sal salon û meydanan tê kirin, ji aliyê gelê me ve rastî eleqeyeke mezin hat. Bi taybetî li metropolan me ev çalakî li parêzgeh, navçe û heta gundan li dar xistin. Bi qasî ku ev bûyer bi salan bûne kevneşopîyek. Kelecana bûyerên Mewlida Nebî, kêfxweşiya gelê me ku her dema pîroz tê nîşan dide ku ev bername ji teref gelê me yê misilman ve çiqasî hatiye bişaftin. Em wek Weqfa Evîndarên Pêxember. ji bo berdewamkirina van çalakiyên xweş erka xwe heta niha pêk anine û em dixwazin hûn bizanin ku em ê bi vî rengî berdewam bikin."

"Me xwest ku careke din liser biryar bi fikirin"

Fîdan di berdewama gotinên xwe got, "Rêvebirên bajêr jî di vir de xwedî erkên girîng in. Li bajarekî mezin weke DIyarbekirê ku nêzî 2 mîlyon mirov lê dijîn, helbet erkên rayedarên sivîl û rêveberên herêmî jî hene. Divê her kes û hemû sazî bi nirxên civakê re di nava aştiyê de bijîn. Lê mixabin. Em dibînin ku rêveberên ji vê hişmendiyê dûr in. Di 5'ê Nîsanê 2024an de me jii bo bernameya ku em ê li qada mîtîngê ya Parka Newrozê li dar bixin, me serî li Serokatiya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê da. Piştî 10 rojan tu bersiv nehat dayîn, 15ç Nîsanê em bi rayedarên şaredariyê re hevdîtin pêk anîn. Mixabin me dît ku di xeletiyê de israr dikin. Rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Serokatiya Daîreya Veguhastinê di daxuyaniya xwe ya devkî de ji me re şert û mercên aborî weke sedem nîşan dan."

“Baş zanibin ku ev helwesta we di çavê raya giştî de tu qezenceke nade we”

Fîdan, diyar kir ku kesên ku ji bo gelek çalakiyên li bajêr tên lidarxistin otobusên bêpere tehsîs dikin dema ku behsa çalakiya Hezretî Muhemmed tê kirin dibêjin “otobus nîne”. Fîdan got ku:

“Yên ku ji roja destpêkê ve dest bi bêhurmetiya nirxên gel kirine, divê baş bizanibin ku ne xwediyê vî bajarî û ne jî gelên li vî bajarê qedîm dijîn. Şaredarî şaredariyên gel in, ne şaxên partiyên siyasî ne. Yên ku şaredariyê birêve dibin bila bizanibin ku hemû kesên li wî bajarî dijîn şaredariya xwe birêve dibin. Ameda Qedîm; Kesên ku li dijî bawerî, çand û nirxên wê sekinîne ti carî ji bîr nekiriye û wê ji bîr neke. Em careke din ji vir bang dikin. Ji bo xizmeta gelê Diyarbekirê berpirsyariya we heye. Ji bo bicihanîna vê berpirsiyariyê, di zûtirîn dem de ji biryara xelet ku we daye paşde vegerin. Di serî de bişkoka kirasê xwe xelet nekin. Her weha bizane ku ev helwest wê di çavê raya giştî de tiştekî bi dest nexe. Belê, 28ê Nîsanê roja Yekşemê dê li Diyarbekirê civîneke mezin çêbibe. Hin kes tehemûlê wê nekin jî wê wiladeta Pêxember bi coşeke mezin bê pîrozkirin. Gel wê bi girseyî werin qada Newrozê.

Banga li welatiyan

Fîdan di dawîya gotinên xwe de got ku, “Ez dixwazim ji vir bangî gelê xwe yên xwedî erebeyan dikim. Bi erebeyên xwe biçin cihên ku me di îlanên xwe de weke noqteyên serwîsên bêpere dîyar kiriye û gelê me yên evîndarê pêxemberin bînin qadê. Eger hun bixwazin piça we jî tê de hebe, roja yekşemê gelên me yên ku di sikak û duraxan de ne rajin û bînin qada bernameyê. (ÎLKHA)

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *