Endamê Meclisa Giştî ya HUDA PARê Faruk Dînç destnîşan kir ku divê li hember cezayên îdamê yên ku ji hêla meclisa îşxalker a îsraîlê ve li ser sîrên Filistînî hatine dayîn, di meclisê de mueyîdeyên şênber werin ferzkirin.
Parlamenterê Mersînê yê HUDA PARê Faruk Dînç di parvekirinek li ser medyaya civakî de diyar kir ku cezayê îdamê yê ku ji hêla parlementoya îşxalker a îsraîlê ve li dijî esîrên Filistînî hatiye dayîn, pejirandina qetlîamek nû ye.
Dînç diyar kir ku tenê şandina peyamên şermezarkirinê an jî gotina ku ev nayê qebûlkirin têrê nake li hember vê wehşetê û got, "Divê em di bin banê Parlamentoyê de tedbîrên cezakirinê yên berbiçav bigirin. Divê bêyî derengmayînê li dijî van sûcdarên qirkirinê gavên zelal û astengker werin avêtin."
Dînç diyar kir, "Çawa ku parlementoya îsraîlê biryara îdamê da, divê em jî di parlementoya xwe de biryarên ku dagirkeriya îsraîlê bifetisînin bidin. Bi girtina baregehên Kurecik û Încîrlîkê û rawestandina herikîna sotemeniyê bo dagirkeran bi rêya boriya Ceyhanê, divê em bersiva herî berbiçav bidin vê zilmê."
Dînç tekez kir ku divê pêşnûmeya derbarê darizandina sûcdarên qirkirinê yên xwedî hemwelatîbûna dualî de, ku li benda nîqaşkirina li Lijneya Giştî ye, di zûtirîn dem de were rojevê û diyar kir ku divê sûcdar bi hepsa heta hetayê werin darizandin û mal û milkên wan werin desteserkirin. (ÎLKHA)





