Neteweyên Yekbûyî (NY) biryara Emrîkayê ya zêdekirina Cartel de los Soles, ku serokê Venezuelayê Nicolas Maduro îddîa dike ku ew pêşengiya wê dike, li navnîşa terorê wekî biryarek yekalî bi nav kir û ragihand ku ew bi fikarek cîddî nîqaşên pevçûnê yên di navbera her du welatan de dişopînin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Stephane Dujarric got, "Di vê biryara yekalî ya ku ji teref Ermîkayê ve hatî girtin de, helwestek me ya taybetî li ser vê etîketkirinê tune." Derbarê danîna Serokê Venezuelayê Maduro ji hêla Emrîkayê ve li ser lîsteya terorîstên biyanî bi îddîaya rêvebirina karteleke narkotîkê de, Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY got, "Helwestek me ya taybetî li ser vê biryara yekalî ya ku ji hêla Emrîkayê ve hatî girtin tune."
Dujarric got, "Ez dikarim bibêjim ku em bi fikareke cîddî rewşa giştî ya di navbera Emrîka û Venezuelayê û bi taybetî Başûrê Karayîban de, û retorîka ku her ku diçe pevçûnê zêde dike û talûkeya gurrkirina nearamiya herêmî heye, dişopînin."
Dujarric diyar kir ku ji bo hemû dewletên endam û kiryarên wan girîng e ku li gorî wezîfeyên xwe yên di bin qanûnên navneteweyî de, di nav de Peymana NY, tevbigerin û destnîşan kir ku Sekreterê Giştî Antonio Guterres bang li welatên endam kir ku derfetên diyalogê biafirînin û beşdarî hewildanên dîtina çareseriyek aştiyane ji bo pirsgirêkan bibin.
Emrîka rêxistina sûc Cartel de los Soles, ku îddîa dike ji hêla Maduro û berpirsên payebilind ên Venezuelayê ve tê birêvebirin, xistiye lîsteya Rêxistinên Terorê yên Biyanî (FTO).
Venezuelayê ev gava Emrîkayê wekî hewldanek ji bo çêkirina hincetek ji bo destwerdana li welat bi nav kir. (ÎLKHA)
https://ilkha.com/kurdi/cihan/ny-gesedanên-di-navbera-emrîka-û-venezuelayê-de-fikaran-cêdike-493834




