Pasdarên Şoreşa Îranê, ku bi mûşekên balîstîk baregeha hewayî ya Amerîkî li Urdunê hedef girt, bi vê gotinê bangî gelê Urdunê kir: "Em tu dijminatiyekê li welatê we nakin; berevajî vê, em ji we, gelê me yê hêja, pir hez dikin. Hûn êş û zilma gelê Filistînê ji her neteweyek din bêtir fam dikin."

Sûrîyeyê bertek nîşanî êrîşa Ebû Zuhur da
Sûrîyeyê bertek nîşanî êrîşa Ebû Zuhur da
İçeriği Görüntüle

Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê derbarê hedefgirtina tesîs û cihên girîng ên ku hêzên Amerîkî li baregeha hewayî ya Urdunê lê bi cih bûne de daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî weha ye: "Miletê esilzade û Misilman ê Urdunê! Îro di şefeqê de, şervanên Îslamî, di merhaleya sêyemîn a pêla duyemîn a Operasyona Nasr 2 de, ku sembola şehadeta Îmam Huseyîn e, tesîs û meqamek dijminê Amerîkî ya sereke li baregeheke hewayî ya ku ji hêla artêşa Amerîkî ya zarokkuj ve li ser axa we hatibû îşxalkirin û ji bo êrîşa me dihat bikaranîn, hedef girtin, sûcdarên Amerîkî ji ber kiryarên wan ceza kirin. Di roja yekem a van êrîşan de, rejîma Amerîkî ya pozbilind 168 xwendekar û mamosteyên bêguneh li Minabê bi karanîna heman baregehan bi hovane kuştin."

Di daxuyaniyê de, ku hessasîyeta gelê Urdunê ya li hember Filistîn û Xezzeyê destnîşan kir, ev tişt hatin destnîşankirin:

"Wekî ku hûn baş dizanin, em li hember welatê we tu dijminatiyekê nakin; berevajî vê, em ji we û gelê we yê hêja pir hez dikin. Hûn ji her neteweyek din bêtir êş û zilma gelê Filistînê fam dikin û hûn ji sûcên ku rejîma sîyonîst di komkujiya heftê hezar Filistîniyan de li Xezzeyê, di nav de bîst hezar zarok, bi destwerdana rasterast a Emrîkayê kirine, haydar in. Daxwaza we ya cîddî ya ji bo rakirina baregehên îşxalker ên Amerîkî li herêmê alîkariyek mezin e di rizgarkirina gelê Filistînê û vegerandina ewlehiyê li herêmê de. Em dixwazin Urdunê serbilind bikin."

Daxuyanî bi îşaretkirina ayeta "Ey bawermend! Heke hûn alîkariya Xwedê bikin, ew ê alîkariya we bike û lingên we saxlem bike" bi dawî bû. (ÎLKHA)

Kaynak: İLKHA