İmsak: Güneş:
4 °C
asd

Peyama Barzanî ji bo bîranîna wîladeta Pêxemberê Îslamê Hz. Muhammed

Peyama Barzanî ji bo bîranîna wîladeta Pêxemberê Îslamê Hz. Muhammed

Serokê PDKê Mesûd Barzanî bi boneya bîranîna wîladeta Pêxemberê Îslamê Hezretê Muhemmed (silavên Xwedê lê be) peyamek belav kir û ragihand: “Pîrozbahiyê li hemû Misilmanên cîhan, Iraqê û Kurdistanê bi taybetî dikim.”


Temamê metna peyama Barzanî wiha ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi boneya salvegera jidayikbûna Pêxemberê mezin, Hezretî Muhemed El-Mustefa (silavên Xwedê lê be) pîrozbahiyê li hemû Misilmanên cîhan, Iraqê û Kurdistanê bi taybetî dikim.
Ji Xwedayê mezin daxwazkar im ev boneya pîroz bibe sedema kûrkirina giyanê lêborîn, pêkvejiyana olî û neteweyî û mezhebî li seranserî Iraq û navçeya me.
Ji Yazdanê mezin dixwazim di vê boneya pîroz de, deriyê xêr, bereket, xweşiyê û aştiyê di rûyê gelê Kurdistanê û gelên navçeyê de vebe û aştî û aramî li cîhan û navçeyê bicîh were.”(ÎLKHA)