Walîtîya Qudsê, diyar kir ku rejima îşxalker a sîyonîst bi kolandina binê Mescîdî Eqsayê zerarê dide tiştên Îslamî.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Qudsê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku di binê Mescîdî Eqsayê de kolandin tê kirin, “Dîmenên ku derdikevin holê, xerakirin û kolandinên hêzên îşxalkeran a li binê Mescîdî Eqsayê derxistîye holê.”
Hat îfadekirin ku di kolanan de bi zanebûn û qestî eserên ku di dewra Emewîyan de (661-750) ne têne hedefgirtin, eserên ku têne hedefgirtin jî hatîye îspatkirin ku aîdê Misilmanan e, “Rayedarên îsraîllî, bi armanca tunekirina nasnameya Mescîdî Eqsayê û ji bo perestgehên ku îddîa dikin ew ê lêkinê rastîyan ji holê rabikin, sazî û tiştên arkeolojîk a Îslamî dixwazin ku tune bikin.”
Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku Mescîdî Eqsa bi dîroka xwe û eserên xwe yên dîrokê parçeyek ku ji nasnameya alema Îslamê nayê veqetandin e, “Ne mimkin ev tişt were tehrîfkirin an jî jêbirin.”
Hat destnîşankirin ku ev kolandin ne di bin nerîna navneteweyî de ye û bi vê şeklê stûnên Mescîdî Eqsayê ketine bin rîskê, hişyarî yat dayîn “eserên dîrokî bi tunebûnîyê re rûbirû ne.”
Walîtîya Qudsê, ji civaka navneteweyî, UNESCO û Neteweyên Yekbûyî re banga, “Îxlal werin sekinandin û ji bona ku îsraîl ji sûcên xwe were mesulgirtin bi lez û bez midexele bê kirin.” (ÎLKHA)




