Rejîma sîyonîst biryar da ku deriyê sînor ê Refehê "tevî hemû zextên" Emrîkayê veneke. Ev biryar "nakokiyeke kûr" di navbera Tel Aviv û Washingtonê de li ser plana merhaleya duyemîn a ji bo pêşeroja Xezzeyê eşkere kir.

Rejîma sîyonîst daxwaza vekirina deriyê sînor ê Refehê wekî beşek ji plana merhaleya duyemîn a bidawîanîna şerê li Xezzeyê red kir. Tê gotin ku ev biryara ku "li gel israra rêveberiya Emrîkayê" hatiye girtin, nîşana krîzek eşkere di navbera Tel Aviv û Washingtonê de derbarê rêveberî û pêşeroja Xezzeyê de ye.

Merkez Bankası İzmir’de 164 Geçici İşçi Alımı Yapacak
Merkez Bankası İzmir’de 164 Geçici İşçi Alımı Yapacak
İçeriği Görüntüle

Li gorî Yediot Aharonot, yek ji rojnameyên pêşeng ên dagirkeriyê, kabîneya dagirkeriyê biryar da ku di vê merhaleyê de deriyê sînor ê Refehê veneke. Rojnameyê tekez kir ku ev biryar "helwestek siyasî" ye li dijî plana merhaleya duyemîn a ku ji hêla Emrîkayê ve hatiye ferzkirin. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör