Serokatiya HÜDA PARê ya Bajarê Batmanê, li hemberî geşedanên dawî yên li Sûriyê û ji bo piştgiriya gelê Kurd, li Cadeya Gulistanê daxuyaniyek girseyî li dar xist. Di bin dirûşmeya "Ji ser xetê heta binxetê em yek in, em ê hev in" de bi hezaran welatî tevî şert û mercên hewayê yên dijwar li qadê civiyan.
Di bernameyê de Parlementerê HÜDA PARê Serkan Ramanlı axaftinek girîng kir û bal kişand ser yekîtiya xelkê herêmê. Ramanlı, xîret û fedakariya xelkê Batmanê pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir:
"Geli xelkê Batmanê yê bixîret, hûn ser ser û ser çavê me re hatin. Mala we ava be. Wek her caran em bi we serbilind in. Pişta me bi we qewî ye. Lewra hûn wek duh, îro jî heval û hevalbendê mazlûman in. Sebebê civîna me yê îro ku ew kesên ku ji xwîna me ne, ji dînê me ne, ji erdê me ne, îro di tengasiyê de ne."

"Li Qamişlo û Kobanê Hawar Heye, Em Bêdeng Namînin"
Ramanlı di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa mirovî ya li bajarên sînorî û diyar kir ku sînorên çêkirî nikarin pêşî li biratiya gelan bigirin. Wî destnîşan kir ku dengê Qamişlo, Hesekê û Kobanê rasterast li Batmanê vedide û wiha got:
"Li Qamişlo, li Hesekê, li Kobanê xelkê me bang û hawar li me dikin. Ka gelo em ê bêdeng bimînin? Na! Werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin. Em birayê wan in, em hevalê wan in, tirm bikin bi hev re bêjin: Em birayê wan in! Em hevalê wan in! Bi ruhê xwe, bi canê xwe û bi malê xwe em piştgiriya we dikin."

"Ev Şerê Sed Salî Êdî Bes e"
Berdevkê HÜDA PARê Ramanli, bi zimanekî tund rexne li polîtîkayên şer û pevçûnan girt û diyar kir ku gelê Kurd êdî ji şer westiyaye û dixwaze wekî hemû gelên cîhanê di nava aramiyê de bijî.
Ramanlı wiha axivî: "Lewra halê ku em tê de ne, ev şerê zêdetirî sed salî êdî bes e. Kujtin û şer û pevçûn ne qedera me ye. Lazim e ne qedera tu kesî be jî, li ser vê dinyayê. Têra xwe em hatin kujtin, têra xwe em koçber bûn, têra xwe me feqîrî dît, têra xwe em bindest bûn. Êdî bes e! Wek her xelkê alem û dinyayê, hîzur û xoşî ji me re jî lazim e. Pêşketin û biratî ji me re jî lazim e. Em jî wek xelkê dinyayê dixwazin tamê ji jiyana xwe bikin."
"Çavê Li Deriyan, Xwelî Li Seriyan"
Ramanlı di beşeke girîng a axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya xwebaweriyê û hişyarî da ku divê gel pişta xwe nede hêzên derve. Wî bi gotinên pêşiyan mînak da û rêya meşrû nîşan da: "Heta kengî em ê bi xeter û tehlîke, bi kuştin û xwînê, bi mazlûmiyê bijîn? Divê çavê deriyan xwelî li seriyan. Em ê pişta xwe bi destê xwe bixurînin êdî. Em ê riya xwe bikin riya meşrû, riya ku em encam jê bi dest bixin. Ev hal ne layîqî me ye. Tu carî em nebûne terefdarê xwîn û kuştinê. Nebûne dijminê tu heval û hevalbendekî di nava tirk û ereb û kurd û farisan de. Çavê me tu carî ne li erdê xelkê de bûye. Elhamdulillah me destdirêjî namûs û şeref û îzzeta tu kesî nekiriye."

"Yê ku ne bi kêrî xwe bê, bi kêrî xelkê jî nayê"
Ramanlı bang kir ku divê aştiya navxweyî bê parastin û mafê parastina rewa nebe sedema rijandina xwînê. Di vê çarçoveyê de rexne li rewşa navxweyî ya Kurdan jî girt û got:
"Helbet ji bo mudafaa erdê xwe, ji bo mudafaa namûsa xwe, ji bo mudafaa şerefa xwe lazim e em jî tedbîra xwe bistînin. Lê ev ne ji bo tiving teqandinê ye, ne ji bo xwîn rijandinê ye. Ewlehî û emniyet ji bo me jî lazim e. Îro birayê me, xwişkê me di tengasiyê de ne. Lê werin em şîretê li xwe jî bikin. Silh û aştiya navxweyî em li nav xwe belav bikin. Ka gelo dilê me ji hev re dixwaze yan na? Em xêra hevdu dixwazin yan na? Heta ku em ne li hember hev bin, em nikarin ji tu kesî re jî bibin xwedî. Yê ku ne bi kêrî xwe be, ne bi kêrî xelkê jî tê."

Banga Ji Bo Pêvajoya Nû: "Riya Xwînê Xitimî ye"
Serkan Ramanlı, bal kişand ser derfetên nû yên aştiyê yên ku li Tirkiyê û herêmê derketine pêş û xwest ku ev derfet neyên hederkirin. Wî rêya tundiyê wekî "rêyeke xitimî" pênase kir: "Bira îro xwedê kiribe nesîb piştî 45 salan, derîyekî silhê, derîyekî selametiyê li ber me vebûye. Nexasim li Tirkiyê, lazim e em xwedîtiyê di vî demî de, di vî pêvajoyê de bikin. Xwîn û kujtin û talankirin pêşiya me venake. Ew riyekî xitimî ye. Lazim e em berê xwe jê dagerînin. Ev îmkana ku ketiye destê me, em jî destê xwe jê bernedin û wek her kesî em jî bigihîjin heq û mafê xwe."
Spasî Ji Bo Saziyên Alîkariyê
Di dawiya axaftina xwe de Ramanlı spasiya saziyên sivîl kir ku alîkariya mirovî gihandine Binxetê û mîting bi gotineke Bedîuzzeman bi dawî kir. Ramanlı wiha dawî li axaftina xwe anî: "Lê îro ew kesê ku dilê wan li ser me dêşe, ji bo birayê me yê binxetê hewl didin; nexasim di serî de Weqfa Yetîman, Karwana Hêviyê û her wekî din Weqfa Berzanî û Kızılay û İHH jî em malavayiya xwe ji wan re dişînin. Ew kesê ku îro em ji bîr nekirin, em jî tu carî wan ji bîr nakin. Wek Ustad Bedîuzzeman digot: 'Ew kesê ku himmeta wî miletê wî be, ew bi tena serê xwe milletek e.' Îro yê ku li vê qadê civiyane û yê ku êşa birayê xwe wek êşa xwe qebûl kiriye di dilê xwe de, bira bizanibe ku ew bi şexsê xwe jî milletekî bi tenê ye."





