Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz di daxuyanîya xwe de peyama micadeleya bi enflosonê re da.
Wezîrê Darayî û Hezîneyê Şîmşek jî di daxuyanîya xwe de pakêtê weha îfade kir:
“Hemû tedbîrên ku wê di vê pakêtê bêne girtin ew ê hemû sazîyên raya giştî di nav xwe de bihewîne û eleqeder bike.
Em ê di raya giştî de li ser xerckirina bi kontrolî û teserrûfê wê ji dezenflasyonê re destekê bidin.
Ew ê di raya giştî de ji bo 3 salan wesayîtên nû neynê standin û neynê krêkirin, yên ku niha jî kirê ne peymanên wan neyên nûkirin, dema ku bêne nûkirin an jî standin jî ew ê îzîn bê standin.
Em şixulandina wesayîtên ku markayên wan biyanî ye xeyn ji çend cîhan radikin.
Em ji bo 3 salan xeyn ji avahîyên ku rîska wan yê erdhejê heye lêkirina avahîyan jî didin sekinandin.
Em di raya giştî de girtina personelên nû ji bo 3 salan li gorî hejmarê personelên ku werin teqawîtkirin didin sînorkirin.
Ew ê civînên perwerdehîya nav xizmetê wê di otêlan de nebe, ew ê di cîhên ku aîdê raya giştî ne de bêne kirin.
Em xeyn ji erdhej û xerckirinên mecbûrî di dayînên razandinê de ji sedî 15 heq bikujin.
Tu wezaret ew ê li gorî ku jê re pere hatîye dayîn zêdetir nikaribe pere xerc bike çîmkî em ê careke din pere nedin wan.
Ew ê hemû personelên me yên raya giştî mecbûr bin ku li gorî pakêtên me yên tedbîrê hereketê bikin. Ew ê ji teref wezareta me ve bêne kontrolkirin û ji Serokkomarîyê re bê raporkirin.” (ÎLKHA)
Editör: Editör