Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres, destnîşan kir ku ew ê firehkirina îşxala Xezzeyê ya rejima sîyonîst bibe sedemên encamên xerabker.

Avcılar’da Planlı Elektrik Kesintileri (18–20 Aralık 2025)
Avcılar’da Planlı Elektrik Kesintileri (18–20 Aralık 2025)
İçeriği Görüntüle

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, destnîşan kir ku êrîşên ji bo bidestxistina Xezzeyê ya rejima îşxalker nîşana “merhaleyeke nû û talûke” ye. Guterres dûre weha got, “Firehkirina operasyonên leşkerî yên li dijî Xezzeyê, ew ê bibe sedema encamên xerabker. Bi sedhezaran sîvîlên ku ji xwe reht bûne û travmatîze bûne ew ê carekî dinê jî mecbûr bimînin ku birevin û ev jî malbatan zêdetir dike nav talûkeyê.”

Guterres, êrîşa ku ji Nexweşxaneya Nasir a ku li Xan Yûnisê ye, nîşan dide ku êrîşên bireveberîya Tel Avîvê ketîye “bêwijdanîyeke zêdetir”

Sekreterê NY Guterres destnîşan kir ku personelên tenduristîyê jî, sîvîl, rojnameger û yên ku wezîfeyên xwe bi cîh tînin jî têne kuştin, Guterres îfade kir ku divê van êrîşan werin sekinandin, “îsraîlê mesulîyetên wî yên zelal a hêzbûna îşxalê heye. Divê temînkirina xwarin, av, derman û bingehên dinê bicîh bîne. Divê ji zêdetir însanan re alîkarîyan temîn bike û hêsan bike. Gerek sîvîl û binesazîya sîvîlan biparêze û ji bona ku sîvîl di jîyanê de bimînin dev ji êrîşên xwe yên li dijî sîstema tenduristîyê berde.”

Antonîo Guterres destnîşan kir ku 366 personelên NYyê li Xezzeyê hatine kuştin, “Xebatên me têne astengkirin, têne derengxistin û redkirin.”

Guterres bal li ser rewşa li Şerîaya Rojavayê jî kişand û got, “Operasyonên leşkerî, şîddeta jîngehan, xerakirinan û polîtîkayên cudakir terkkirina herêmê ya sîvîlan zêde dike û şikestinê kurtir dike.” (ÎLKHA)

Muhabir: Editör