Bi tevî van êrîşan, ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 62 hezar û 192 kesan. Berdevkê artêşa qaşo yê rejima îşxalker Effie Defrin, di brîfînga çapemenîya ku doh lidarxist de îfade kir ku Wezareta Parastinê ji plana derheqê îşxalkirina Xezzeyê de biryara erê daye.
Defrîn destnîşan kir ku hazirîyên êrîşên ku wê bi navê “Erebeyên Herbê yê Gideonê ya 2yan” were kirin dest pê kir, Wî îfade kir ku ji bona nêzê 60 hezar leşkerên êdek bigrin artêşê celp şandine, wezîfeya 20 hezar leşkerên êdek jî hatin dirêjkirin.
Hat diyarkirin ku rejima îşxalker bi taybetî li dijî herêmên Zeytûn a derdorê bajara Xezzeyê êrîşan pêk tîne û xerakirinên xwe li Sabre û herêmên dinê jî didomîne. (ÎLKHA)





