Li peravên bajara Mahdîaya Tunusê keleka ku koçber di nav de bûn bin av bû, di encamê de zarok û pitik jî di nav de herî kêm 40 kesan canê xwe ji dest dan.

Bûyer, di îsalê de wek qezayeke ku di behrê de pêk hatîye û encamê wî herî bi mirîkî bûye derbasî qeydan bûye.

Li gorî daxuyanîyên rayedaran, di keleka ku bin av bû de nêzê 70 koçber hebûne û temamê van kesan jî ji welatên Efrîqayê hatine.

Hêj nayê zanîn ku qeza ji ber çi çêbûye, derheqê bûyerê de jî tehqîqat hat destpêkirin.

Li Agirî û Wanê perwerdehî hat rawestandin
Li Agirî û Wanê perwerdehî hat rawestandin
İçeriği Görüntüle

Hat îfadekirin ku qeza roja çarşembê pêk hatîye û ekîbên xelaskirinê 30 kesan sax derxistine, koçberên dinê jî mirî hatine derxistin. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör