Li Êlihê di navbera du koman de şerekî çekdarî derket û kesên li dibistanê panîkek mezin kişandin.

Bûyer, li dora Lîseya Êlihê pêk hat.

Ji ber sedemek ne diyar, di navbera her du koman de pevçûnek çekdarî derket.

Guleyên ji çekan li wesayîtên derdorê ketin û wesayît zirar dîtin.

Her çend di bûyerê de kes nemir û ne jî birîndar nebû, gelek ekîbên polês ber bi herêmê ve hatin şandin.

Polêsan li herêmê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin.

Di dema şer de, xwendekar û mamosteyên ku wê demê li dibistanê bûn panîkek mezin kişandin.

HÜDA PAR Antalya İl Başkanı Durmaz’dan selden zarar gören çiftçiler için destek çağrısı
HÜDA PAR Antalya İl Başkanı Durmaz’dan selden zarar gören çiftçiler için destek çağrısı
İçeriği Görüntüle

Lêpirsîna bûyerê berdewam dike.

Heta niha tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn ka gelo kesek di derbarê bûyerê de hatiye binçavkirin an na. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör