Li wîlayeta Herata Rojava ya Efxenistanê, otobûsek li motorbisiqlete û wesayîta kargoyê xist.
Bi tesîra qezayê otobûs şewitî û di encamê de bi dehan mirov canê xwe ji dest dan, hêna jî derheqê reqemên mirovên ku canê xwe ji dest dane de tu daxuyanîyeke fermî nehat dayîn.
Midûrê Enformasyon û Çandî ya wîlayeta Heratê ku li sînora Îranê Ahmedullah Muttakî, derheqê qezayê de daxuyanî da, Wî diyar kir ku otobûseke ku koçberên ji Îranê hatine dersînorkirin di nav de bûn li motorbisiqletekî û wesayîta kargoyekî qelibî.
Rayedaran, diyar kirin ku otobûs bi tesîra qeza şewitî, bi dehan kes jî canê xwe ji dest dan. (ÎLKHA)
https://www.ilkha.com/kurdi/cihan/li-efxenistanê-qezaya-otobûsê-bi-dehan-mirî-474139





