Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê di avahîyekî 8 qatî ya nav sîteyekî de şewat derket. Di şewatê de 3 personelên îtfaîyeyê ji dûmanê tesîrdar bûn.

Şewat, li Ceddeya Aram Tîgrana Taxa Bagcilar a navçeya Rezan, di avahîyekî 8 qatî de derket.

Şewata ku hêj sedema wî nayê zanîn di demeke kurt de belavê xanî bû.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji herêmê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Personelên îtfaîyeyê dema ku hatin cîhê bûyerê bi lez û bez dest bi midexeleyê kirin.

Avahî jî ji teref personelan ve ji bo tedbîrê hat valakirin.

Şewata ku derket bi midexeleya ekîban hat vemirandin.

Di encama şewatê de 3 personelên îtfaîyeyê ji dûmanê tesîrdar bûn.

Personelên îtfaîyeyê li herêmê hatin tedawîkirin.

Derheqê şewatê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör Gümüş