Ramanli di hevpeyvîne xwe ya bi Channel 8ê de bal kişand ser rewşa zimanê Kurdî ya li Tirkiyeyê û destnîşan kir ku zimanê Kurdî her ku diçe di nav jiyana civakî de lawaz dibe. Wî bi awayekî zelal diyar kir ku ji bo pêşîgirtina li windabûna ziman, wezîfa herî mezin dikeve ser milê malbatan û divê zarok ji bo dersên bijarte yên Kurdî werin teşvik kirin.

Ramanli di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya çend salên dawî û wiha got: "Her wekî hûn jî dizanin ev çend sal e em hewl didin ku ev dersên bijarte yên kurdî ji terefê dê û bavan ve ji bo zarokan werin tercîhkirin. Lewra em li Tirkiyeyê dijîn û zimanê me kurdî ye, lê her diçe winda dibe. Em naxwazin zimanê me winda bibe, ji bo wê jî gelek imkan lazim e em bi dest bixin. Di serî de lazim e perwerdehiya bi zimanê kurdî jî bê qebûlkirin. Lê belê bi rastî em ne li wê astê ne."

Ramanlı’dan Kürtçe Uyarısı Dilimiz Yok Oluyor, Sahip Çıkmazsak Kaybederiz-1

“Heger Kurd li Zimanê Xwe Xwedî Derkevin ê Hikûmet Mecbûr Bimîne”

Ramanli got ku lazim e gelê Kurd li îmkanên heyî xwedî derbikeve û wan ji dest nede. Wî anî ziman ku dersên bijarte derfetekî girîng e û bi rêya van dersan dê bingeha daxwazên mezin werin avêtin. Ramanli got ku xwedîderketina gel a li ziman, dê bandorekî rasterast li ser polîtîkayên hikûmetê û dewletê bike û rê li ber mafên nû vebike.

Ramanli li ser vê mijarê wiha got: "Em jî vê yekê dibêjin ku em tiştê di destê xwe de winda nekin, heta ku tiştê di destê me de heye em jê bernedin. Îro dersên bijarte imkanek e ji bo me. Em bi wê baweriyê de ne ku çi qas em berê zarokên xwe bidin zimanê kurdî, wê ew qas bandor û tesîra wê li ser hikûmetê çêbibe. Ez bawer dikim çi qas gelê kurd li zimanê xwe xwedî derbikeve, wê ew qas hikûmet jî xwe mecbûr bibîne ku zimanê me bibe zimanê perwerdehiyê."

Dersên Kurdi: Veqetandek
Dersên Kurdi: Veqetandek
İçeriği Görüntüle

Ji Serkan Ramanli Bangawaziya Dîrokî Zimanê Me Nasnameya Me Ye!

Têkoşîna Hişmendiyê û Xebatên ji bo Pêşerojê

Serkan Ramanli da xuyandin ku ew tenê bi bangawaziyan namînin, lê belê di qadê de bi her awayî xebatên xwe didomînin. Ramanli diyar kir ku ew dixwazin di nav civakê de hişmendiyekî xurt ava bikin û ji bo vê yekê jî ji panelan heta ziyaretên mal bi mal, hemû rêbazan bi kar tînin. Armanca wan a sereke ew e ku tu zarokekî Kurd ji koka xwe û zimanê xwe dûr nekeve.

Parlamenterê Batmanê Ramanli, xebatên xwe bi van gotinan anî ziman: "Di vî warî de em kar û xebatên xwe bi coş berdewam dikin, bi ramanên panelan, bi belavkirin û zêdekirina hişmendiya gelê xwe. Bi her awayî bi ziyaretan em dixwazin gelê xwe hişyar bikin ku di van dersan de berê zarokên xwe bidin van dersan û zarokên xwe ji zimanê xwe bêpar nehêlin."

Siberoja Ziman Di Destê Me De Ye

Ev daxuyaniyên Serkan Ramanli nîşan didin ku parastina zimanê Kurdî ne tenê daxwazekî siyasî, lê belê meseleyekî man û nemanê ye. Ramanli bi lêv kir ku heya gel bixwe nebe xwediyê zimanê xwe, tu pergalek nabe alîkar. Ji ber vê yekê, hilbijartina dersên Kurdî ji bo zarokan, wekî gavekî yekem a ber bi perwerdehiya fermî ve tê dîtin.

Hêviya Ramanli û HUDA PARê ew e ku îsal rêjeya tercîhkirina dersên Kurdî (Kurmancî û Zazakî) bigihîje asteke bilind. Ev banga Ramanli di raya giştî ya Kurd de deng veda û wekî bangawaziyekî ji bo parastina nasnameyê hat nirxandin.

Kaynak: ŞEVKİ ASLAN