Hamasê kuştina fermandarê Tûgayên Qessam Muhemed el-Xuli û fermandarê Serîyyeyên Quds Eşref el-Xetîb li Dêr el-Belah û Nuseyratê wekî "êrîşek eşkere, bi zanebûn û dubarekirî" li dijî peymana agirbestê bi nav kir.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemasê du kuştinên ku ji aliyê rejîma sîyonîst ve li Xezzeyê pêk hatine bi tundî şermezar kir. Tevgerê şehîdkirina Mihemed el-Xulî fermandarekî pêşeng ê Tûgayên Qasam, li Dêr el-Belah û Eşref el-Xetîb û fermandarekî Tûgayên Qudsê li Kampa Penaberan a Nuseyratê, wekî paşguhkirinek eşkere ya peymana agirbestê nirxand.
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Hamasê ve hat weşandin, hat tekez kirin ku bombebarana mala malbata el-Xulî û sûîqesta ku çend saet şûnda li Nuseyratê hat kirin, beşek ji siyaseta qestî ya rejîma sîyonîst a ji bo sabotekirina agirbestê bû.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku van êrîşan ne tenê du fermandarên berxwedanê hedef girtine, lê di heman demê de armanc ew e ku rê li ber şerekî nû û berfireh ê tunekirinê li Xezzeyê vekin. (ÎLKHA)




