image


Serokê Weqfa Kerwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran der barê teşkîlata qurbanê da ji nûçegihanê ÎLKHAyê re axivî û got, “Rebbê me di sûreya Kewser de ku jêkirina qurbanê emrî me dike. Weke Kerwana Hêvîyê ji bo ku em vê erka xweş bi cih bînin amadekariyên xwe dikin û bi heyecaneke mezin li benda hatina roja qurbanê ne. Di meha Remezanê de me li gelek welatan bi piştgiriya xêrxwazên xwe gelek proje pêk anîn. Piştî Remezanê me dest bi amadekariyên qurbanê kir. Em niha di qonaxa dawî ya amadekariyan de ne û ji îro pê ve dest bi xebatên xwe yên qurbanê kirine. Em ê bi taybetî li herêmên erdhejê yên li welatê xwe organîzasyona xwe ya qurbanê pêk bînin û goştê qurbanê bidin sêwî û malbatên hewcedar ên li benda me ne. Li Filistînê ev 7 meh in em adak û aqîqên xêrxwazan dikin qurban û xwarinên germ çêdikin û xizmetê didin. Heger Xwedê destûrê bide em ê heywanê li Xezzeyê serjê bikin û goştê wê bidin birayên xwe. Em ê li bi dehan welatên Afrîkayê yên wekî Somalî, Benîn, Togo û Çadê rêxistinên qurbanê çêbikin.”

Kurtaran gotinên xwe wih domand, “Yemen bi birçîbûnê re micadele dike. Şerê navxweyî hê jî dewam dike, birîn tên pêçan. Birayên me yên li wir jî di rewşeke dijwar de ne. Weke Weqf em ê hewl bidin bi organîzekirina qeubanê ya li Yemenê hêviyê bidin birayên xwe. Ji bilî vê em ê li Bangladeş, li Kampa Arakanê û li Efxanîstanê ya li Asyayê organîzekirina qurbanê bikin. Birayên me yên Efxanîstanê ji şerê derketin. Zehmetiyên cidî yên aborî hene. Li vir bi organîzekirina qurbanê em ê xwe bigihînin medrese, sêwîxane û hewcedarên ku bi hêvî li benda me ne.

Nûnerên weqfê wê bi xwe biçin welatên ku wê organîzasyona qurbanê lê bê lidarxistin.

Kurtaran diyar kir ku wekî Kerwana Hêvî wê nûnerên xwe pêşwext bişînin welatên ku ew ê serjêkirinê lê organîze bikin, ji bo ku qurban ji aliyê beytaran ve bên kontrolkirin û hilbijartin û ji bo cihê serjêkirinê guncaw bên amadekirin. Kurtaran werê dewam kir, “Yek ji girîngtirîn xalên karê me gihandina goştê heywanên serjêkirî ye. Ji ber vê yekê nûnerên me wê bi xwe biçin û li pey qurbankirina heywanan bin û emanetên xêrxwazan bidin kesên hewcedar. Ji bo Cejna Qurbanê ya bê em hêviya piştgiriyê ji xêrxwazan dikin.”

Bihayên qurbanan hat diyarkirin

Bihayên ku ji teref Weqfê ve hatine diyarkirin wisa ye:

Efrîqa 3 hezar û 250, Asya 3 hezar û 750, Yemen 4 hezar û 500, Efxanîstan 4 hezar û 500, Tirkîye 12 hezar li Filistînê jî 26 hezaran e.

Bexşkerê wê wekaleta qurbanê bidin, karin bi xwe herin navenda weqfê yan jî bi nivîsandina navê welatê ku wê di beşa danasînê li ser malpera weqfê (umutkervani.org.tr) wê karibin qurbaniyên xwe bigihînin herêma ku tê xwestin. (ÎLKHA)

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *