image

Tevger, îro di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kirin ku, “Em ê mehkûmên xelkê Fîlîstînê, ji bo Nazîya wehş wek qurbanan nehêlin û berxwedan ji bona ku di demeke kin de wan bighêjîne azadîya wan qerarîya xwe bidomîne.”

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Îşkence û muameleya xerab ên li dijî Serokê Êsîran Îbrahîm Hemîd û hevalên wî têne kirin hatine belgekirin û bi tevî vêya tecrît û zextên ku li dijî serokên êsîrên tevgerê têne kirin û hinekên wan şehîd kirine; nîşan dide ku rejîma îşxalê li dijî êsîrên me yên qehreman û cesûr heyfê distîne, wan ceza dike, îstîsmar dike û cînayetan dike û van tiştên ku bi sîstematîkî têne kirin jî polîtîqayên wan ên êrîşane ye.”

HAMAS, bang li sazîyên navneteweyî û rêxistinên mafên însanan kir ku bila li gorî Peymana Cenevreyê û peymanên navneteweyî wezîfe û mesulîyetên xwe bi cîh bînin.

Tevger, bang li xelkê, ciwanîya kom û şoreşan kir ku bila di her qad û beşan de piştgirîyê bidin êsîran. (ÎLKHA)

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *