image


Di daxuyaniya nivîskî ya Cemîyeta Esîrên Filistînê de hat gotin ku, rejîma sîyonîst li Quds, Ramallah, Tulkerîm, Nablûs û Erîhayê êrîşî malan kirîye.

Hat ragihandin ku di êrîşên îşxalkeran de herî kêm 25 Filistînîyên din hatin êsîr girtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, hejmara Filistînîyên ku ji 7ê Cotmeha vir ve hatine êsîr girtin gihaşt 8 hezar û 665an.

Di êrîşên rejîma sîyonîst û niştecihan ku li Qudsa Rojhilatê û Şerîaya Rojavayê ku ji 7ê Cotmehê vir ve berdewamin de 497 Filistînî şehîd bûn. (ÎLKHA)

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *